Amerîkayê Erdogan derewand

Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû, Trump di pêwendiya telefonê de ‘ji bo operasyona ser Rojhilatê Firatê bersiveke erênî da min’ daxuyanî hat dayîn.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Robert Palladino li ser pirsa rojnamevanan diyar kir ku daxuyaniya Erdogan ‘xapînok’ e.

Palladino destnîşan kir ku helwesta Amerîkayê bo çareserkirina krîza Sûriyê, pêkanîna pêvajoya reformên hikûmeta Sûriyê û çareseriya navdewletî ye.

 

Erdogan gotibû, "Me bi fermî ragihand ku em dê li Rojhilatê Firatê operasyonê pêk bînin. Em bi Trump re axivîn. Rêzdar Trump bersiveke erênî da me.”

 

 

Herwiha; Robert Palladino, li ser metirsiyên Tirkiyê yên bo sînorê Rojava û bakurê Sûriyê daxuyakirin ku heger gefek li ser ewlehiya Tirkiyê hebe, Amerîka pabend e ku hevahengiyê bi Tirkiyê re bike.

Rayedarê Amerîkî got, “Bêgûman her wek hûn dizanin hêzên Amerîka bi armanca jinavbirina DAIŞê li navçê ye û pêşveçûnên mezin hebûn. Lê hîna erkê me bidawî nehatiye, Serok Trump û Serok Erdogan ev pirs di çarçova pêwendiya telefonî de behs kirin, her du alî jî pabend in ku hevahengî derbarê her êrîşeke ku rûbirûyî Tirkiye û navçê bibe, hebe.”

Palladino bal kişand ser hevkariya Amerîkayê ya bi HSDê re
û diyar kir, “HSD hevpeymaniyeke girîng a me ye di şerê dijî DAIŞê de û armanca me ji hevkariya HSDê ji bo piraniya grûbên li Sûriyê jî heman tişt e, ku beşeke guhartinê  li Sûriyê.”

 

(peyamakurd)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin