Amerîkayê êrîşî hêzên Sûriyê û Îranê kir

Hat ragihandin ku topxaneya hêzên Amerîkayê ya li baregeha El Tanf a Sûriyê, hêzên rejîma Sûriyê û milîsên Îranê daye ber moşekan.

Li gor zanyariyên çavkaniyên herêmî, hêzên Amerîkî yên li El Tanfê, hêzên nêzîkî baregehê yên artêşa Sûriyê û milîsên Îranê bi moşekan topbaran kir.

Baladi Newsê veguhest ku hêzên Amerîkayê 4 moşek avêtin ser mewzîyên hêzên artêşa Sûriyê û milîsên Îranê yên herêma El Zerkeyê.

Derbarê ziyanên êrîşê de agahî nehatin parvekirin. Hat diyarkirin ku beriya niha bi çend rojan hevpeymanên Rûsya û Îranê hêzek şandine herêma El Zerkeyê. 

Li aliyekî din balafirên Hevpeymana Navdewletî, li Pira Helbiyah-Zalbiyah xist  ku rejîma Sûriyê li ser çemê Firatê ava dikir û avakirina wê ber bi qedandinê ve bû. Hat ragihandin, pir hilweşiyaye ku rejîmê bo derbasî hemberê bibe ava dikir.

 Herwiha hat ragihandin ku sewqîyata leşkerî ya Rûsya-Îranê piştî biryara vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê bi çend saetan dest pê kiriye.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin