Ajansa Hevkariyê ya Ewlehî û Berevaniya girêdayî Wezareta Derva yê Amerîkayê derbarê firotina mûşek û sîstema Patrîotê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û têde diyar kir ku Amerîkayê firotina sistema Patriotê bo Tirkiyê pesend kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Wezareta Derve ji bo firotina mûşeka Patriotê ya 80 MIM-104E ya ku bihayê wê 3,5 milyar dolar e, 60 mûşekên Patriot-3 (PAC-3) û ekîpmanên wan biryar da. Ajansa Hevkariyê ya Ewlehî û Berevaniyê derbarê vê firotinê da îro agahî da Kongreyê."
Ji bilî van mûşekan hat gotin 4 setên radarê yên AN/MQP-65, 4 sîstemên kontrolê yên kilîtkirinê, 10 komên antenê, 20 îstgehên avêtinê yên M903, 5 santralên elektîrîkê, kelûpelên ragihandinê, amûrên ceribandinê, bernameyên menzîlê jî di nav sîstemên parastinê yên tên firotin de hene.