Amerîkayê hejmara serbazên şandine Rojhilata Navîn aşkere kir

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê ragihand ku wan ji meha Gulanê ve, ji bo nîşandana pabendbûna bi hevpeyman û hevbeşên wî welatî ve, wan 14 hezar serbaz veguhastine bo Rojhilata Navîn.

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper, daxuyaniyek derbarê rewşa Rojhilata Navîn belav kir û got ku ev çend meh e, êriş û kiryarên Îranê li navçeyê zêde bûne û weke nimûne jî “êrişa li ser hejmareke armancan li nav Siûdiyê, çekxistina tevgera deryayî li Hurmizê, xistina firokeyeke bêpîlot a Amerîkayê, alîkariya grûpên weke Hûsî, Hizbûllah û grûpên mîlîşeyên Şîe li Iraqê.”

Mark Esper got ku bo bersivdayîna wan êriş û kiryaran û herwiha ji bo nîşandana pabendbûna li gel hevpeyman û hevbeşên Amerîkayê, welatê wî ji meha Gulana îsal heta niha 14 hezar serbaz veguhastine Rojhilata Navîn.

Ev daxuyaniya Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê di demekê de ye ku li gor dawîn amaran, Amerîkayê 13 hezar serbaz li Kiwêt, 13 hezar serbaz li Qeterê, 7 hezar serbaz li Behreyn, 5200 serbaz li Iraqê, 5 hezar serbaz li Îmaratê û 2800 serbaz jî li Urdinê hene.

Hevdem derbarê Îranê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo, di twîtekê de, got ku ew dê bi tundî bersiva Îranê bidin eger ziyanê bigihîne serbazên Amerîkî yan jî hevbeşên wan li Iraqê.

 Kaynak: Nerina Azad

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes