Wezareta Berevaniya Amerîkayê ragihand, Rûsya berdewam e li ser komkirina hêzên xwe li ser sînorê Ukraynayê û dibêje, niha Rûsya bi temamî amade ye ji bo her bijardeyeke leşkerî. Pentagon herwiha hişyariyê dide Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û dibêje, ew amade ne berevaniyê li hevpeymanên xwe bikin.
Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê, John Kirby roja Duşembê 31ê Çileya 2022an di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Rûsya li ser tevgerên xwe yên leşkerî yên li Belarusê û li ser sînorê Ukraynayê berdewam e.
John Kirby herwiha got, niha Serokê Rûsyayê Vladimir Putin şiyanên temam li ber dest hene û ji bo her biryareke leşkerî amade ye.
Li aliyekî din li Amerîkayê gotûbêjên ji bo bicihkirina leşkerên Amerîkî û NATO li sînorê rojhilatê Ewropayê berdewam in, lê Berdevkê Pentagonê dibêje, “heta niha ti biryarek nehatiye dan.”
Berdevkê Pentagonê John Kirby diyar kir, eger Putin biryara gefxwarina li NATOyê bide, Amerîka dê pabendî parastina hevpeymanên xwe dibe. Kirby hişyarî da Putin û got, “gefxwarina li Amerîkayê nayê qebûlkirin û em dê bo berevanîkirina li hevpeymanên xwe şer bikin.”
Hevdem, roja Duşembê Rûsya û Amerîka li Encûmena Asayişa Navdewletî ya Netewên Yekbûyî li ser mijara Ukrayna helwêstên tund li hember hev nîşan dan û balyozên herdu welatan bi tundî li dijî hev axivîn.
Nûnerê Moskowê li Encûmena Asayişa Netewên Yekbûyî ragihand, Amerîka di mijara Ukrayna de “hîstrîk” bûye û “dixwaze tirsê di nava Ukrayniyan de belav bike.”
Wî herwiha got, “Rûsyayê negotiye em dê Ukraynayê dagir bikin, lê belê Amerîka ye daxwaza wê yekê dike û dixwaze dagirkerî çê bibe.”
Ew pêşhat di demekê de ye ku Amerîka berdewam hişyariyê dide ku Rûsyayê nêzîkî 100 hezar serbazên xwe li ser sînorê bi Ukraynayê re kom kiriye û dibêje, plana Moskowê ye ku di meha Sibatê de êrişî Ukraynayê bike û wî welatî dagir bike. Lê belê Rûsya berdewam wan tohmetan red dike û dibêje, di nava axa xwe de ji bo her tevgereke serbazî azad e.
Moskow derbarê şandina hejmarek hêzên xwe bo Belarusê jî dibêje, ew hêz ji bo rahênana leşkerî çûne Belarusê û ti niyeteke wan bo dagirkirina Ukraynayê nîne.