Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da

.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Şamê ji welatiyên Amerîkayê xwest ku serdana Sûriyeyê nekin.

Di daxuyaniya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Şamê de, derbarê gerûgeşta li Sûriyeyê de hişyarî hat dayîn. 

Daxuyaniya ku tê de tê diyar kirin ku hişyariya çûna ji bo Sûriyeyê di asta çaremîn de ye, hate gotin ku Wezareta Derve ya Amerîkî agahdariya pêbawer dişopîne derbarê êrîşên "îhtimal û nêzîk" de, ku deverên gerûgeştê jî ji wan deveran in.

Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku sedema hişyariyê "terorîzm û aloziyên navxweyî" ye, wiha hat gotin:

"Em tînin bîra welatiyên Amerîkî ku terorîst planên revandin, bombekirin û êrîşên din li Sûriyê didomînin û welatiyên Amerîkayê yên li herêmê hatin hişyarkirin ku demildest Sûriyeyê terk bikin."

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk Konferansa Li Rojavayê Kurdistanê Dinirxîne
Waltz û cîgirê xwe dest ji karê xwe berdidin
Mesrefên leşkerî li seranserê cîhanê gihîştin asta herî bilind a 36 salan
Parêzagariya Stenbolê: 384 kes di çalakiyên 1ê Gulanê de hatin desteserkirin
Akademîsyen Azad Elî: Beşeke Durziyan Kurd in