Amerîkayê li bakurê Sûriyê cîgirê waliyê DAIŞê kuşt

.

 Di 24 demjimêrên bihorî de hêzên Amerîkayê duyemîn operasyon di nav axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de pêk anîne û Amerîkayê ragihand, Cîgirê Waliyê DAIŞê li Sûriyê û berpirsekî din ê wê rêxistinê hatine kuştin.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, “êvara roja Pêncşembê demjimêr 18:32 bi dema Sûriyê hêzên Amerîkayê êrîşeke esmanî ya serkeftî li bakurê Sûriyê pêk anîne.”

Li gor CENTCOMê di operasyonê de “Cîgirê Waliyê DAIŞê Ebû Haşim El-Omewî û berpirsekî din ê pilebilind ê wê rêxistinê ku pê re bûye, hatine kuştin.”

Derbarê zirarên operasyonê de, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê dibêje, ti zirarek negihîştiye xelkên sivîl, herwiha ti serbazekî Amerîkî birîndar nebûye û nehatiye kuştin û ti zirarek negihîştiye kelûpelên serbazî yên wî welatî.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê Michael Erik Kurilla derbarê operasyonê de ragihandiye, “Ev êrîş şiyana DAIŞê ji bo ne aramkirina navçeyê û êrîşkirina ser hêzên me û hevalbendên me kêm dike.”

Erik Kurilla herwiha dibêje, hêzên wan dê li navçeyê bimînin ji bo ku ji têkçûna DAIŞê piştrast bibin.

Kurdistan Haberleri

Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn
Rejîma Îranê hunermendekî Kurd girt û 2 kolberên Kurd jî birîndar kir
Efrîn | 6 çekdarên Tirkiyê piştevaniya wan dike hatin kuştin û birîndarkirin