Amerîkayê li ser şerê HSDyê û komên çekdar daxuyanî da

.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re ragihand, wan rêyên dîplomatîk û leşkerî bi kar anîne ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê de şer dernekeve.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ji Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re ragihand:

“Di van rojên dawî de me rêyên dîplomatîk û leşkerî ji bo ewlehiya hêzên li Bakurê Sûriyeyê bi kar anî ku di navbera van hêzan de şer dernekeve.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller anî ziman:

“Me ji hemû kesên têkildar re eşkere kir ku em naxwazin di navbera komên çekdar ên li deverên cuda de pirsgirêkeke rasterast çêbibe.

Em dixwazin ku hemû li herêmên ku lê serdest in rêzê li mafên mirovan bigirin.”

Miller li ser Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê ji Rûdawê re got:

“Em helbet piştgîriya lêpirsîna wî dikin lê dema dor tê ser paşerojê, em dê hemû aliyên Sûriyeyê li gorî tiştên ku wan di pêşerojê de kirine û di hefte û rojên pêş de dê çi bikin, binirxînin.”

Komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike du roj in li Minbic, Kobanî û herêmên derdora wê êrişî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikin.

Komên çekdar ragihand ku wan bajarê Minbicê kontrol kiriye û her wiha li parêzgeha Dêrezorê û Kobaniyê çend caran êrişî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir.

Îro jî Rêveberiya Xweser ragihand ku Tirkiyeyê Bendava Tişrînê bombebaran kiriye û ji ber wê jî karê bendavê rawestiyaye.

Rêveberiya Xweser banga destwerdana bilez li Hevpeymaniya Navneteweyî jî kir û got:

“Piştî êrişa Bendava Tişrînê herêm di bin metirsiya lehiyê de ye.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'