Amerîkayê li Sûriyê balafireke bêpîlot a Îranê xist xwarê

.

Hêzên Amerîkayê li Sûriyê balafireke bêpîlot a Îranê xistin xwarê.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê Twîtterê yê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) hat dayîn de hat ragihandin, bûyer 14ê Sibatê saet 14.30an de pêk hatiye.

Hate diyarkirin, balafira keşfê ya ku Îranê çêkiriye, dema hewl dida li ser Qereqola Piştgiriya Mîsyona Conoco ya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê firîna keşfê bike, ji aliyê hêzên hewayî yên Amerîkayê ve hatiye xistin.

Di dîmenên ku hatin parvekirin de tê dîtin, balafira bêmirov a ku behsa wê tê kirin, piştî lêxistinê agir pê ketiye.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye