Rapora Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya mafên mirovan a 2021ê ya di derbarê rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de hat belavkirin û tê de hat eşkerekirin, DAIŞ û komên girêdayî Tirkiyê, Kurdan dikin armanc.
Li gor rapora Rapora Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, di îşkencekirin û revandina Kurdan de berdewam e.
Herwiha di raporê de hat eşkerekirin, Hikûmeta Sûriyê û DAIŞ bi berdewamî welatiyên Kurd dikin armanc.
Di beşeke din a raporê de hat diyarkirin, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kesan ku rexne lê digrin tên girtin.
Naveroka rapora Wezareta Karên Derve ya Amerîkiya wiha ye:
Hikûmeta Sûriyê
Hikûmeta Beşar Esed û komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve û DAIŞ welatiyên Kurd kirine Armanc.
Hizba Beis û Elewiyan her sê desthilatên Sûriyê, artêş û dezgehên istixbaratê kontrol kirine.
Tu nûnerêkî Kurdan li Parlamena Sûriyê tune û ji aliyê Beis ve hatiye kontrolkirin.
Rejîma Sûriyê berdewam e li ser sînordarkirina bikaranîna zimanê Kurdî û belavkirin û çapkirina bi Kurdî.
Kurd çi yên xwedî nasname yan jî ew ê ku tune, rûbirûyî cudakarî û serkutkirina fermî û civakî dibin.
Hikûmet, opozisyon û DAIŞ berdewam bûn li ser girtin, îşkencekirin û kuştina Kurdan.
Komên ser bi hikûmeta demkî ku Tirkiyê piştevaniya wê dike, dest bi girtin, lêdan û revandina jinên Kurd li Efrîn û Serê Kaniyê kiriye.
Hejmareke zêde ya Kurdên Sûriyê bê nasname ne û zarokên wan nikarin bawernameyên dibistan, zanîngehan bidest bixin û nayên damezrandin.
Komên Çekdar
Tu sînorekî diyarkirî ji bo hêzên cuda tune û bi awayekî bêserûber destwerdanê di Karûbarê serbazî de dikin.
Şam, Opozisyon û DAIŞ dijayetiya Kurdan dikin.
Komên ser bi Tirkiyê ve, 237 kes girtine, 133 kes heya niha wenda ne, di nava wan de jin û zarok hene.
Komên çekdar kesên ku di saziyên Rêveberiya Xweser de kar kiribin yan jî pêwendî bi HSD re hebin, digirin.
Hikûmeta demkî Lêkolîn li tawanên dizîna otomobîlan û heya kuştina welatiyan nekiriye.
Sîstema dadwerî ya hikûmeta demkî ji aliyê Tirkiyê ve tê destnîşankirin û mûçeyên wan jî bi lîreyê Tirkî ye.
Çekdarên ser bi Tirkiyî gefa stendina bac li xelkê Efrîn û Serê Kaniyê dikin, xelkê direvênin û îşkence dikin.
Belge hene ku komên ser bi Tirkiyê binpêkirinên dijî mafên mirov weke destdirêjiya seksî û corên din encam dane û ev tawanên şer in.
Jinên Êzîdî û Kurd, li cem hikûmeta demkî sivkatî bi awayekî herî xerab tê kirin.
Komên çekdar av li ser Heseke qut kirine
HSD
Herwiha di rapora Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de hat ragihandin ku HSDê çalakvan û karmendan rêkxistinên ne hikûmî û kesên din ên ku rexneyan lê digrin, desteser dike.