Amerîkayê şewitandina ofîsên ENKSê şermezar kir

.

Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê êrîşên li dijî nivîsgehên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê şemzar kir. Hevdem Ilham Ehmed got, Rêveberiya Xweser karên wiha napejirîne.

Balyozxaneya Amerîka bi rêya Facebookê da zanîn, divê tevgerên wiha werin rawestandin û yên wiha dikin werin sizakirin.

Hevdem Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed ji Medyaya Rojavayê Kurdistanê re got, Rêvberiya Xweser karên wiha şermezar dike û qebûl nake.

Bi gotrina Ehmed, tevgerên wiha ne ji nêz û ne ji dûr ve têkiliya xwe bi Rêveberiya xweser ve nîne.

Duh berpirsên ENKSê ji Kanal8ê re dabûn zanîn ji meha Adarê û heya niha ofîsên wan 9 caran rastî êrîşan hatine.

Kurdistan Haberleri

Mezlûm Ebdî dema konferansa neteweyî diyar kir
Serok Barzanî: Papa Francis rolekî bilind di parvekirina peyama mirovdostî û aştiyê de hebû
Li Tirkiye Xelk nikare deynan bide: Dosyayên îcrayê 23 milyon derbas kirin
Dadgeheke Îraqê biryara girtina parêzgarê berê yê Kerkûkê da
'Ji 31 goran cenazeyên 1700 şehîdên Kurd hatine derxistin'