Navenda Nûçeyan - Nivîskar û lêkolîner Zeynep Yaş li gundê Eynberan a Sêrtê hatîye dinê. Li Stenbolê Zanîngeha Marmara Beşa Zimanê Fransî û Perwerdehî xwendîye. Wê li ser çanda kurdî gelek lêkolîn kirine û ew gihandine ber destên xwendevanan. Yek ji wan a girîng jî "Şakarên Muzîka Kurdî" ye û ji du cîlda pêk tê. Di ev pirtûkên ku ji alîyê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ve sala 2015'an hatîye çapkirin de lêkolîneke fireh a li ser muzîka kurdî hatîye pêşkêş kirin.
Cîlda yekemîn li ser serdemên 1803-1930'yan e. Û cîlda diduyan jî li ser salên 1931-2013'yan e. Di her du cîldan de bi dehan muzîkarên kurd ligel jîyan, muzîk û notayên muzîkên wan cih digirin.
Pirtûk bi Evdalê Zeynikê dest pê dike û heta hunermendên niha tê. Ji bo Evdalê Zeynikê dibêje, "Di sala 1803'yan de li gundê Cemalwêrdîya ya Agirîyê hatîye dinê. Vaye beşek ji wê: "Evdal du caran zewicîye, ji ber du jinan 6 zarokên wî çêbûne. Hemê, Kewê, Pûlê ji yekê, Incî, Dûrê û Mihê jî ji ya din bûne. Her wiha ew Temoyê yêtim jî wekî lawê xwe dibîne."
Ji bo dengê Evdal jî wisa hatîye gotin, "Evdal xwedîyê dengekî gurr, berz û bi hêz bûye. Ew kesên ku bi xwe Evdal dîtine û lê guldarî kirine gotine ku, 'Dema li gundekî bistra li gundekî din yekî dikaribû lê guhdarî bikira.' Her wiha wî bi hostatî dengê xwe bikar anîye û li gor klamê, li gor çîrok û naveroka klamê deng û awaza xwe wisa baş bikar anîye ku wî bi selîqeya xwe ekolek klambêjîyê daye dest pê kirin. Her wiha wî qeîde û miqamek klambêjîyê ya wisa bikar anîye ku hest û rihê mirovê kurd bi awaza kurdî rapêçaye."
Lêkolîner Yaş, dengbêj û stranbêjên din jî di pirtûkê de bi vî awayî dane nasîn, hin ji klam/stranên wan, ligel notayan pêşkêş kirine.
Ji Evdalê Zeynikê, Xosrof Malool, Seyîd Elî Esxer Kurdistanî bigire heta Kawîs Axa, Meyrem Xan, ji Adik bigire heta Hesenê Çûçê, Hesen Cizîrî, heta Elî Tico, Xelîl Sediqî, Hesenê Mamlê gelek kes bi jîyan û hunera xwe di nav pirtûkan de cih girtine. Her wiha ligel pirtûkê cd'yên muzîkên van stran û klaman jî hatine pêşkêş kirin.
Wekî gotina dawî em dikarin dîyar bikin ku hêjaye ev berhem di arşîva her kurdê muzîkhez de hebe.
- Şakarên Muzîka Kurdî / Lêkolîn û amadekirin Zeynep Yaş / Weşanên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê / Sal 2015
Dîyarname