Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand, “Em dê piştgiriya HSDyê bidomînin.”
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li Parîsa paytexta Fransayê di konferanseke rojnamegeriyê li dar xist.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand:
“Amerîka dê piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a di pêkanîna erkên xwe yên niha de bidomîne.”
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken got:
“10 hezar girtiyên DAIŞê di bin çavdêriya dostên me yên Kurd de ne.
Di berjewendiya îdareya bê ya Trump de ye ku DAIŞ serî hilnede.”
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken anî ziman:
“Dilgiraniyên Tirkiyeyê yên rewa ji PKKyê û terorê hene.
Ne di berjewendiya ti aliyan de ye ku li Sûriyeyê alozî hebin, em jî hemû hewlên xwe didin ku ev yek pêk neyê.”
Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê li nêzîkî Bendava Tişrînê di şer û pevçûnên berdewam de ne.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand:
“Artêşa Tirkiyeyê bi dronan êrişî karwanê sivîlan kir ku ber bi Bendava Tişrînê ya li başûrrojhilatê bajarê Minbicê ve diçûn.”
Navenda Ragihandinê ya HSDyê anî ziman:
“Bendava Tişrînê çavkaniya sereke ya av û elektrîkê ya xelkê bakurrojhilatê Sûriyeyê ye û xelk ji deverên din ve ji bo rê li ber êrişên Tirkiyeyê yên li ser bendavê bigirin, ber bi wir ve diçûn lê ji aliyê Tirkiyeyê ve bi dronan hatine armanckirin.”
Bendava Tişrînê di navbera Minbic û Kobaniyê de ye û di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.
Bendav 80 kîlometreyan ji sînorê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dûr e.
Ji sala 1999an ve elektrîka deverên bakurrojhilatê Sûriyeyê dabîn dike, bi taybetî jî li bajarê Kobanî, Minbic û gundên derdora wan.