Osman Sebrî hemû jiyana xwe di ber pêşketin û azadiya miletê xwe de derbas kir. Zindan û zor û zehmetiyên zêde dîtin, lê xema wî ya sereke her û her zimanê kurdî bû.
Apê Osman ziman wek koka netewebûnê didît. Wî xwe wek pêwanê zimanê kurdî didît bi tundî kurdên ku bi zimanê kurdî naxwînin û naxwazin bixwînin rexne dikir û digot “gava ku em ji bo zimanê xwe bixebitin em qenciyê bi xwe dikin. Lê heyf yên bi ziman mijûl dibin gelekî kêm in.”
Osman Sebrî ku gelek berhemên giranbuha li pey xwe hiştin wek: Bahoz, Derdên Me, Çar Leheng, Bîranîn, Elifbeya Tekûz, di helbestên xwe yên qeşeng de jî, bal dikişand ser giringiya zimanê kurdî.
Osman Sebrî sala 1984an helbestek taybet li ser giringiya ziman nivîsî û tê de diyar dike ku ziman rêya xelasiyê ji kurdan re vedike û bêyî ziman Kurd nikarin di warê wêje û zanistê de bi pêş ve herin û xwe ji şermiya paşketinê li cîhanê rizgar bikin.
Apê Osman di helbesta xwe de wiha dibêje:
Çawa bê ziman gel di cîhan tête parastin?
Bi çi lebatî maf û rûmet hatine xwestin
Tenê bi ziman mirov cuda bûye ji dehban
Pê xwend zana bû firiya xwe gihande ezman
Lewra divê em ji bo ziman xwe biwestînin
Heya bikarin kurdan ji tengiyê derînin
Bijîn kesên ku ji bo ziman dikin xebatê
Ew in berê gel diguhêzin rêya felatê