​​​​​​​Arif Qurbanî: Gefên Îranê û êrişên Tirkiyê li ser Kurdistanê

.

Arif Qurbanî / Rûdaw

Di demên berê de, bi dirêjahiya çend sedsalan (Kurdistana Mezin) di navbera Faris û Tirkan de, wek xwediyên du împeratoriyên mezin ên navçeyê (Sefewî û Osmanî) hatibû dabeşkirin. Heya dawiya Cenga Cîhanî ya Yekem, ax û gelê Kurdistanê bindestên van her du desthilatan bûn ku serwet, saman û xwîna Kurdan ji xwe re helal kiribûn. Bi sedema şikestina Osmaniyan di şêr de, du parçeyên din ji wê beşa Kurdistanê ya li jêr desthilata xîlafetê hatin cudakirin û ketin ser Sûriye û Iraqa nû damezirandî û Kurdistan bû çar parçe.

Her çiqas ew her du parçeyên Kurdistanê li jêr hukmê Tirkan neman û bûn parsengê avakirina du dewletên nû damezirandî yên Ereban, lê her du dewletên nû jî wek hilgirên heman mîrat û çanda hukmdariya xîlafeta Osmanî dirêjahî dan perçiqandin û çewisandina Kurdan. Rûpelên dîroka 100 salên borî yên temenê van her du dewletan (Iraq û Sûriyê) bi xwîna Kurdan sor in. Tirkiye û Îran jî wek mîratgirên her du împeratoriyên Osmanî û Sefewî di çarçove û erdnîgariyeke nû de, 100 sal e Kurdistan û Kurdên li jêr desthilata xwe diperçiqînin û diçewisînin.

Piştî 100 salan ji wê dabeşkariyê, niha hevkêşe û nexşeya hevrikiyan dikin bi awayekî din biguherin û dane ser rêçekê ber bi vegera li serdema Osmanî û Sefewiyan. Çend sal in Tirkiye vekirî û bêperde propaganda dike ku çavê wê lê ye her du beşên erdnîgariya Kurdistanê ya ser bi Sûriye û Iraqê bixe jêr rikêba xwe. Di pratîkê de jî, ji bo her du beşan hêza xwe ya leşkerî, aborî û siyasî biriye nav kûrahiya Iraq û Sûriyê. Li Herêma Kurdistanê, bi leşkerên peyade û avakirina navend û baregehên leşkerî heya kûrahiyeke zêde çûye. Bi rêya dron û firokeyên pêşketî. Herwisa bi hebûna komên çekdar ên eşkere û nihênî, destê wê gihiştiye Şarbajêr û Hewramanê. Gefên wê ji bo girtina Şingal, Başîk, Deşta Neynewa, Kerkûk û Xurmatû ji devê fermandarên leşkerî û wezîr û gizîran bilindî asta serokkomar bûye.

Îran zêdebarî awayê reftara wê bi Kurdên parçeyên din ên Kurdistanê re, ji Tirkiyê cuda bû. Wek mînak, bi sedema hevkêşeyên herêmî di hevrikiya mezhebî ya navçeyê de, bi dirêjiya temenê hevrikiyên Kurdan li Iraqê heya hilweşîna Sedam, Îranê hevkariya Kurdên Iraqê kir. Piştî ketina Sedam jî, heya vekişîna Amerîka ji Iraqê, Îranê hewl da wê pêwendiya xwe ya dîrokî bi Kurdên Iraqê re ji bo bihêzkirina pêgeha Şîeyan li Iraqê bikar bîne. Ji wexta ku Iraq ji Şîeyan re yekalî bû, helwesta Îranê wiha ye ku Kurd li Iraqê bêyî pirsgirêk bikevin jêr hegemoniya desthilata Şîeyan û pê bijîn. Redkirina Herêma Kurdistanê ji vê stratejiyê re, Îran xist çepera Bexdayê li dijî Kurdistanê. Tişta ku di nava çend salên borî de, di gotarên cuda cuda yên Îraniyan de, wek nerazîtî li hember Herêma Kurdistanê guhê me lê bû, ku Hewlêr çavkaniya metirsiyê li ser berjewendiyên Îranê ye, girêdayî vê hevkêşeyê bû. Lê tişta ku Îran niha dike û dibêje berevajî wê hevkêşeyê ye. Xwestekên niha yên Îranê tiştekî din in.

Gefên ku çend hefte ye bi germî li ser devê berpirsên leşkerî yên Îranê tên dubarekirin, ji bo anîna artêşa Pasdaran bo nav Herêma Kurdistanê ku qaşo têkildarî hebûna navend û baregehên hevpeyman û hêzên dijberên Îranê ye, ev hevkêşeyeke nû ye li deverê û bihaneya hebûna baregehên hêzên dijberên Îranê ji bo nixamtin û perdekirina stratejiya nû ye. Heke na, hebûna navend û baregehên hevpeyman û partiyên Rojhilat li Başûr ne tenê nebûye gef li ser Îranê, tew nebûye gef li ser berjewendiyên Îranê li Herêma Kurdistanê jî. Xasma girêdayî hebûna partiyên Rojhilat, bi dirêjahiya 30 salên borî navend û baregehên wan li Herêma Kurdistanê hebûn û çalakiyên wan ên siyasî û rewşenbîrî jî berdewam bûn û hewce nedikir Îran gefan li Herêma Kurdistanê bixwe, heke di wan çalakiyan de berdewam bin. Di demekê de jî ku niha Îran nêzîk dibe ku destê wê bigihe çekên atomî, çi xem dike jê re li Koye yan Zirgwêz an li Hewlêr û Hacî Omeranê navendên Komele û Demokrat hebin.

Divê Herêma Kurdistanê bi awayekî hûr bifikire ku êrişên Tirkiyê kirine û berdewam in, herwisa egera hatina artêşa Îranê, Herêma Kurdistanê rûbirûyî çi rewşeke nexwestî dikin? Gelo Iraq ne xwediya ti serweriyekê ye û desthilata wê nemaye tew hawara xwe bigihîne NY û Konseya Ewlekariya Navneteweyî, yan beşek ji wê plana herêmî ye û armanc li qalibdana Kurdan e?

Hin rave hebûn qaşo tişta di 16ê Cotmehê de qewimî, tifaqa Îran û Tirkiyê ye ji bo ji nû ve rêkxistina hegemoniya navbera xwe ku navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê bûn para Îranê û bi wê proseyê pişka xwe kontrol kir. Tişta mabû jî pişka Tirkiyê ye û Tirkiyê jî ji wê çaxê ve hergav hejmara navend û baregehên xwe yên leşkerî zêdetir dike, operasyonên leşkerî gihand xala dawî ya sînor li Pêncwênê. Îran û Iraq jî jê bêdeng bûn û cîhanê jî çavê xwe li ser girt. Lê heke ev dabeşkariya rola navbera wan be, nexwe çima niha Îran jî dixwaze êrişa leşkerî bîne ser Herêma Kurdistanê? Gelo tişta Tirkiyê çavê xwe berdayê li Şingal, Kerkûk û Neynewayê, derbaskirina sînorê hegemoniya Îranê li deverê ye? Qutkirina Hîva Şiî û girtina rêyên gihiştina Îranê bi Sûriyê ye yan planeke mezintir li dijî qewareya Herêma Kurdistanê ye?

Zêdebarî hebûna nakokiyên stratejî di navbera Tirkiye û Îranê de û dabeşbûna wan li ser cemserên hevrikiyên navneteweyî, wisa dixuye li xalên hevpar û berjewendiyên hevbeş digerin, xasma têkçûna Herêma Kurdistanê û nehiştina hêviya avakirina qewareyeke Kurdî li Rojavayê Kurdistanê. Em nizanin gotûbêjên dezgehên saloxgeriyê yên her çar aliyan (Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îran) çi li ser Kurdan dibêjin. Lê ez dûr nabînim Îran û Tirkiyê dilgiran bin ku bilindbûna Kurdan û bixwedîbûna qewareya Kurdî li Başûr û avakirina îdareya xwerêveber li Rojava ku bi nêrîna wan derî li ber destwerdana Amerîka û Ewropa vekir, gunehên wê bixin ser Iraq û Sûriyê û wiha bawer bin heke li jêr hegemoniya Îran û Tirkiyê bimana, rewşên ji Kurdan re berdest bûne li Iraq û Sûriyê çênedibûn û çareserî jî her ew e ku Kurdên van her du parçeyan heke ne mûmkin be destkariya sînorên îdarî û erdnîgariyê jî were kirin û bi Îran û Tirkiyê ve werin zeliqandin, hegemoniya siyasî û leşkerî ya Tirkiye û Îranê bi ser wan de were serdestkirin. Bêdengiya Iraq û Sûriyê li hember derbaskirina sînor û binpêkirina serweriya welatên wan jî, ji bilî vê yekê ti xwendineke din lê nayê kirin.

Guherîna helwesta Îranê jî ku hevkara partiyên Başûr bû, lê niha gefa anîna hêza leşkerî bo ser Herêma Kurdistanê dike, diyar dike ku Îran û Tirkiyê li ser îdarekirina vê qonaxa Kurdan li hev kirine. Dûr nayê dîtin merema wan ew be ku erdnîgariya Herêma Kurdistanê bikin cihê berhevkirina hêzên Kurdî. Demokrat û Komele li Herêma Kurdistanê ne. PKK li Herêma Kurdistanê ye û dibe ku di siberojê de kar ji bo wê yekê jî bikin PYDê jî bînin Herêma Kurdistanê. Heke ji wan were, dê şer û nakokiyan bixin nav hêzên Kurdî û nikaribin vê armancê bi cih bînin jî, hingê dê bi êriş û hêza xwe ya leşkerî Herêma Kurdistanê bikin cihê qirkirina bizava Kurdîtiyê ya hemî parçeyên Kurdistanê. Ji bo ev neqewime, pêwîst e bîr û tivdîra hûr a aqilmendên Kurd hebe.

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn