Arif Qurbanî: Rûdaw
Eger her karakterekî siyasî kifş neke ku Herêma Kurdistanê li hember plan, pêşhat û gefên metirsîdar e, û wê rastiyê jî nebîne ku beşeke sereke ji kêşe û sedeman navxweyî ne û têkiliya wan a rasterast bi nakokiya navbera PDK û YNKê de heye, divê em gumanê ji dirustiya bîr û hişê wî bikin.
Yanî heke em bixwazin bi kêmanî beşeke wan gefan ji ser xelkê Kurdistanê dûr bixin, divê dest ji bo rêya hêsan bê birin ku ew jî girtina pêsîra van herdu partiyên sereke yên Kurdistanê ye.
Têkçûna têkilî û hevsengiya navbera van herdu hêzên siyasî di dema borî de rê li ber gelek bûyeran xweş kir ku bi sedema wan gelê Kurdistanê di wan de zirermend bû û asta bêbaweriya navbera wan bi xwe de jî berfirehtir bû.
Ji bo siberojê jî ya ku avê dixe aşê xurtkirina wan metirsiyên ku li ser me hene, nakokî û hevrikiyên di navbera PDK û YNKê de ne.
Wek çawa ev rastiyek e û nikare bê înkarkirin, ew jî rast e ku bihevrebûn û yekhelwestiya van herdu partiyan gelek metirsiyan tune dike yan dibe sedema paşxistina gelek gefan ku ne dûr e dem û zeman wan li qezenca Kurdistanê hilgerîne.
Ti guman jî tê de nîne ku ev herdu malbat û herdu partî jî kêşeyên wan ên cuda cuda pir in. Çi di nav hinavê xwe de û çi di navbera hev de jî, lê ya ku niha kirine hêncet û rûpoşa tomeriya kêşe û nakokiyên xwe, 16ê cotmehê û ew encam in ku ji 16ê cotmeha 2017an ve peyda bûne.
Li vir û ji bona nehîştina hin tem û mijê û bi armanca handana her du partiyan ji bo vekirina rûpeleke nû di pêwendiyên xwe de û bihevrebûn û yekhelwestiya wan li hember metirsiyên ku di paşerojê de tên ser rêya gelê Kurdistanê, yan ji bo şiyarkirina wan ku nebin alavên bikarhatî di wan projeyên ku li dijî Kurdan de li holê hene.
Li vir ez ê beşeke kêm ji agahî û rastiyên ku min di bîrewerî û arşîvên xwe de kom kiribûn nîşan bidim. Her çiqasî min wisa plan kiribû ji bo bîrewerî yan heke derfet çêbû rojekê ez kitêbekê di vî warî de binivîsim, lê min têbînî kir ku nakokiyên niha di navbera van herdu hêzan de heke pêşî li wan neyê girtin ber bi aliyekî ve diçin divê em li benda gelek bûyerên nola 16ê cotmehê bin.
Îcar ji bona tevdana hesta berpirsiyariya desthilatdarên van herdu partiyan û ji bo girtina rê li ber wan pêşhatên xeternak, ez ê hinek sere tayan ji bo derxistina rastiyan raxim ber çavê wan.
Berî her tiştî, ez dixwazim bêjim 16ê cotmehê ne wek prose, lê wek encam çaverêkirî bû.
Ez dixwazim ji PDK û YNKê re bibêjim ku 16ê cotmehê hêzeke bidesthilat li derveyî vîna Kurdan encam da û heke hûn wê jîngeha ku we berî 16ê cotmehê li hundirê Kurdistanê berdest kiribû û heya vêga jî berdewam e çareser nekin, çend bûyerên din li pêş me hene û metirsî ne tenê ew in ku me derbas kirin, lê li pêşberî me ne.
Du salan hîştina gundê Beşîr di destê DAIŞê de û rênedana ku Pêşmerge wî rizgar bikin, pêrewkirina lîstika (mişk û kitikê) di navbera Heşda Şeibî û DAIŞê de li Beşîr li ser dilê Kerkûkê, herwisa paşxistina qewitandina DAIŞê ji Hewîceyê ji bo dema salekê û hîştina wê ji bo piştî operasyona Mûsilê, amajeyên xuya û zelal in ji bo hin kesên ku têra wê yekê hesta wan a siyasî hebe ku ew plan bû ji bo destdanîn û girtina Kerkûkê piştî şerê DAIŞê.
Daxuyaniya çendbarebûyî ya serekên Iraqê ku divê Kurd piştî DAIŞê vegerin berî hatina DAIŞê û bersivên serekên Kurd ku navçeyên me bi xwînê girtine em wan vala nakin, ne hema hema bûn.
Têkçûna pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û guhertina helwesta Tirkiyê li hember Rojavayê Kurdistanê, guvaşên Îranê li ser Bexdayê ji bo lawazkirina Herêma Kurdistanê, ev û gelek tiştên din têkildarî bilindkirina Kurdan û bêtir derketina Kurdan bûn li ser asta deverê û nasîna Kurdan û doza wan li ser asta navneteweyî.
An ku çunkî di eynî demê de Kurd li Rojavayê Kurdistanê ber bi geşbûneke lezgîn çûn, li Bakurê Kurdistanê gihîşte asta bi rêya nûnertiyeke siyasî ku derbira kêşeya Kurd li Tirkiyeyê be, karîn 80 kursiyan bi dest bixin û Demîrtaş wek tekane rikeberê Erdogan ji bo serokatiya komarê ket pêş çavê cîhanê.
Li Başûrê Kurdistanê jî ji bo cara yekemîn pişka herî zêde ya cografyaya Kurdistanê ket bin destê hêzên Pêşmerge û destê Kurdan gihîşte Kerkûkê û zeviyên wê yên petrolê, liv û tevgerên siyasî yên Kurdên Rojhilat zêdetir bûn û çalakiyên pêşmergatiyê dest pê kirin.
Navendên lêkolînê yên navdar li ser asta cîhanê di vekolînên xwe de amajeyên eger û pêşhatên guherînên mezin li navçeyê nîşan didan ku yek ji derketinên wan avakirina dewletekê ji Kurdan re bû.
Ev bi hev re û bi bikaranîna derbasbûna hundir a Brîtanyayê wek nobedara wê sîstema cîhanî ku nexşeya navçeyê bi vî rengî dariştibû li Sayiks-Picotê, çavkaniya wan plangeriyan e ku Tirkiye û Îranê bi nûnertiya Iraq û Sûriyê û li dijî Kurdan digerînin û 16ê cotmehê yek ji derketinên planên wan bû, di siberojê de jî em ê bibin şahidên bûyerên nexweştir jî.
Armanc jî hîştina kêşeya Kurd li jêr destê wan û biçûkkirin û lawazkirina statûya Kurdan li navçeyê ye da ku aliyên derveyî û hêzên navneteweyî wek alavên ragirtina hevsengiyê û yarîkirina bi hevkêşeyên herêmî nikarin sûdê jê bibînin.
Tirkiye û Îran ji bo cîbicîkirina pêvajoya biçûkkirina Kurdan civîna lûtkeyê girê dan. Odeyên taybet li wezaretên berevanî û dezgehên sîxuriyê yên herdu aliyan hatin çêkirin û dest bi dariştina nexşe û plan û hevahengiya hev li ser asta navxweyî û herêmî kirin.
Hemû bûyerên li Sûriyê çêbûn û dê di siberojê de jî çêbibin têkildarî pirsa Kurd li Rojavayê Kurdistanê, bi agahdarî û rizamendiya Îranê bûn.
Yên ku li Başûr jî qewimîn di girtina Kerkûkê de û tiştê dê di paşerojê de rû bide bi rizamendiya Tirkiyeyê ye.
Her di dema 16ê cotmehê de ez li Tirkiyeyê bûm, ji nêzîk ve haya min ji civîneke navbera Erdogan û Bereya Turkmenî hebû, ew sozên ku Erdogan da Turkmenan li ser Kerkûkê bi wekaleta Îran û Şîeyan bû, tew qala wê yekê jî ji wan re kiribûn ku em ê di demdirêjê de li Xurmatû, Daquq, Taze û Amirlî parêzgeheke Turkmenî ji we re çêbikin.
Vekişîna Pêşmerge ji bo berî şerê DAIŞê, zeviyên petrolê yên Avana û Bay Hesenê, teslîmkirina wan çekên ku ji firqeya 12 û operasyona Dîcleyê ketibûn destê Kurdan, guherîna destûra Iraqê û nehîştina Pêşmerge.
Bi du îdareyî û du herêmîkirina Kurdistanê û heya asta hilweşandina qewareya herêmê, pêngav bi pêngav nexşe jê re xêz kiribûn, çend ji van dikaribûn bêne cîbicîkirin û Kurdan çawa karibûn vê lîstikê li wan têk bidin, ev tiştekî din e.
Bi ser van de û ji bo buhurîna ji beşeke wan metirsiyan Kurdan biryara referandûmê da.
Nakokiyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê bi kar anîn û bi sûdwergirtina ji neyartiya welatên din bo referandûmê lîstika 16ê cotmehê danîn ser maseyê, ku heke referandûm jî nebûya, me dê heman gotûbêj û senaryo bidîta lê bi hokarekî cihêtir.
Endezyariya cîbicîkirina vê pêngavê jî piştî şêwira Erdogan û Xamineyî bi Qasim Sulêymanî hate spartin.
Qasim Sulêymanî bi çend gef û sozan hate Kurdistanê. Pişka zêde ya partî û karakterên siyasî yên Kurd dît. Ji jîngeh û asta nakokiyên navmala Kurd têgihîşt.
Post û pêgeha dahatû ya partiyan û nav herêmê û postên Bexdayê anî ser maseya gotûbêjan, gefên xwe jî veneşartin.
Yên ku bi gotina wî nekirin bac dan û yên ku bi gotina wî kirin jî, xelata xwe wergirtin.
Bi nihênî li Silêmaniyê bi nûnerê taybet ê serokê Amerîka bo şerê DAIŞê McGurk re civiya û di nava xwe de rol dabeş kirin, ew hemû karakterên ku hatin bikaranîn beşek ji wan rojane Qasim Sulêymanî ew rênîşanderî dikirin û McGurk jî hinek ji wan rênîşanderî dikirin, wan bi xwe jî di ser vê lîstikê re yarî bi nerdan dikirin.
Divê em vê rastiyê li ber çav bigirin ku beşeke zêde ya siyasiyên Kurd ne xwediyên vîna xwe ne û ji aliyê dewlet û dezgehên sîxuriyê ve tên bikaranîn. Kêm bûn ên ku neketin dava bi amrazkirin û bikarbirinê, kêm bûn ên ku neketin bin bandora gef û soz pêdana post û îmtiyazan.
Par min di gotareke xwe de qala camêriyeke Kosret Resûl li hember soza Qasim Sulêymanî kir, heke were bereya Îranê em ê te bikin kesê yekem û tu vê ji me re nekî jî, piştrast be ez ê werim behiya te. Kosret Resûl wisa bersiva wî dabû ku ez a duyem hildibijêrim, çunkî gava ez bûm Pêşmerge ji bo serxwebûna miletê min bû û min dabû ber çavê xwe ez li ser vê rêyê şehîd jî bikevim.
Encama wê jî derket ji derveyî wê yekê ku di roja girtina Kerkûkê de hewla kuştina wî hate dan, dûre jî çi anîn serê saxlemî û pêgeha wî ya siyasî.
Tevgera Goranê jî helwesteke hevawa nîşanî Qasim Sulêymanî da dema li otela Titanik ligel rêkxer û çend endamên xana rêvebirina Tevgera Goranê kom dibe û dixwaze daxwazên Îranê bi ser wan de bisepîne, gelek gotûbêj tê kirin û biraderên Goranê helwesta xwe ya serbixwe zlela dikin.
Lê Qasim Sulêymanî çend caran daxwazên xwe çendbare kir. Osmanê Hecî Mehmûd gotiye ya ku Hecî daxwaza wê dike Konê Sefwan e. Êdî di encama gotûbêjên Kak Umer û vê gotina kak Osman de aliyên îranî têgihîştin ji helwesta Tevgera Goranê ku ew daxwazên wan qebûl nake, lewma civîn ber bi dawî ve birine.
Tew ev li hember Barzanî bi xwe jî hat kirin ku divê wî ji lûtkeya rasterast a desthilatê bidin alî, berî bêtirî du mehan ji 16ê cotmehê min ev ji Barzanî re zelal kir ku beşek ji hevkêşeyan girêdayî post û statûya we ne û çêtir e rasterast rojekê piştî proseyê hûn dest ji kar bikişînin, wek encam me dît bi guvaşa hin kesan bi navê Amerîka û guvaşa Îranê jî çi bi Barzanî jî hat kirin.
Zêdebarî ku biryara perlemanê jî ji bo livandina hêzan derxistibûn, serokwezîr Ebadî bi gotina wan nekiribû heta dema ku hinek hêzên Pêşmerge ji hin çeperan kişandin û bi rêya firokeyên bêfirokevan wêneya vekişîna wan tomar kirin û birin ber destê Ebadî, heke tu bi lez hêzan nelivînî dê çekdarên belawela yên DAIŞê şûna wan bigirin, Ebadî jî bi vî rengî şemitandin nav wê biryara ku bihêz êrîşî Kurdistanê bike.
Roja rûdana 16ê cotmehê jî û encamdana tawana jenosîdê li Xurmatû û girtina Kerkûkê û koçberbûna bi sed hezaran kes, kes nema Kurd pena xwe jê re nebe, wek Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî, Amerîka û dostên Kurdan ên rojavayî, lê belê kes li hana Kurdan nehat. Sebaba vê zelal bû ku hevkêşe ji pirsgirêka navbera Kurdistan û Iraqê jî mezintir bû.
Peyama Hêroxan ji bo Kosret Resûl di 17ê cotmehê de, nexweşxistina Kak Kosret, hilweşandina polîtbîroya YNKê, ev û gelek tiştên din hene ku pêwîst e têra wê yekê ber çavê PDKê zelal kiribin ku zanibe çavkanî li kû ye.
Rast e Qasim Sulêymanî mir, lê ew nihênî nebirin gorê ku pêwîst bû bi saya wan nihêniyan Kurd rastiyan zanibin, lê belê Kurd ji ber tênegihîştina ji rastiyan tên ku xwe binax bikin.
Em gelek caran dibînin tew ji bo ketina balafirekê yan bûyereke bimij û nezelal pena ji bo navendên giring ên welatan tê birin ji bo lêkolînan û gihîştina bi rastiyan. Bi taybetî ji ber ku sefîrê Amerîka û Brett McGurk jî tev li vê pirsgirêkê bibûn.
Çêdibû Kurd daxwazê ji FBI bikin lêkolînê li ser 16ê cotmehê bike da rastî zelaltir bibin, kê tê de tawanbar e bila rûreşê dîrokê be, lê ne ku her wekî birîneke vekirî di laşê me de bê hîştin û bibe çavkaniya kambaxiyên din li ser paşeroja miletê me.
Divê PDK û YNKê 16ê cotmehê derbas bikin da dubare nebe. Lê pirsgirêk ew e ku ev herdu hêz niha di nava heman xeleka ku 16ê cotmehê berhem anî de çerx dibin û disûrikin.