Li Tirkiyê xebat û propoganda hilbijartina parlamento û serokatîya dewletê dest pê kir. Hemû partîyên sîyasî yên Tirkiyê bi awakî talibên dengdana gelê kurd in. Bi taybetî “Maseya Şeşalî” ji bo ku Îttîfaqa Cumhurîytê carek din qezenc neke ji mêj ve ye xebata xwe dimeşîne. CHP hem di vê xebatê de ye û serî dikşîne hem jî bi HDP’ê re dide distîne ku piştgirîya dengdanên wê bistîne. Heya niha tu bernameyeke “Maseya Şeşalî” ji bo çareserkirina pirsên aborî û civakî yên li Tirkiyê nehatîye pêşkêşkirinê. Wisa xûya ye ku armanca wan a sereke çi dibe bila bibe daxistina bi taybetî serokatîya R.T. Erdoxan û îqtîdara Îttîfaqa Cumhurîyetê ye. Armanca HDP jî ev e. Wisa xûya ye ku armanca partîyên me yên kurd jî ji ya “Maseya Şeşalî” û HDPê ne dûr e. Bi gotineke din ARMANCA “Maseya Şeşalî”, HDP û partîyên kurda wek hev e.
Bi rastî tirseke mezin di dilê min de heye. Ku “Maseya Şeşalî, HDP piranîya dengan bistîne ma ne metirsîyeke mezin e ji gelê kurd û Kurdistanê re? Di serî de CHP, İP û HDP partîyên Kemalîst in. Dîrok şahidê me ye ku Kurd û Kurdistan ti feyde ji Kemalîstan nedîtîye û nabîne jî. Dîrok şanî me daye ku Kemalîst bi nijadperestî û şovenîstîya xwe zirarek mezin daye gelê Kurd û Kurdistanê. Ji bo partîyên kurd şermîyeke mezin e ku armanca wan û Kemalîstan wekhev be. Divê di vî warî de ferqek di navbera me û Kemalîstan de hebe.
Di van 15-20 salên dawîyê de hem li Kurdistana Bakûr û hem jî li Kurdistana Rojava ji alî wêjeyî û folklorî de pêşketinek pir mezin heye. Di van salan de bi sedan kitêbên roman, çîrok, tîyatro, dîrok, helbest û lêkolînên wêjeyî, dîrokî û folklorî hatine weşandinê. Bi dehan bernameyên televîzyon û radyoyê 24 saet bi kurdi tên weşandinê. Ma gelo Kemalîst bi serkevin wê halê me kurda çi bibe? Ma emê bikaribin vê xebata xwe ya wêjeyî û folklorî bidomînin? Bersîva min NA ye!!!
Baş e ku Îttîfaqa Cumhurîyetê qezenc bike derfetek nû wê bikeve destê kurda ku mafên xwe yên neteweyî bi pêşde bibin? Bersîva min ERÊ/NA ye! Lê divê em qebûl bikin ku di dema îqtîdara wan de ji bo kurdan wek min li jor rêz kir, tiştên baş pêk hatîye. Di vî warî de ferqa wan û Kemalîstan pir eşkere ye. Divê partî û dezgehên kurda hem ji bo parastina hêjayîyên wêjeyî û folklorî hem jî mafê neteweyî bi partî û dezgehên îqtîdarê û dewletê re di nav danûstendinê de bin. Bila neyê jibîrkirinê ku em li Tirkiyê dijîn û çareserkirina pirsa kurdî jî wê di nav sînora Tirkiyê de be. Divê partîyên me bi cesaret bin û sîyaseta xwe de afirender bin. Partîyên heyî ma ne demokratîk in? Çima ji danûstendina bi partîyên sîyasî re ditirsin? Ev danûstendin ma metirsîyeke çawa tîne holê ku em jê bitirsin?
Xebata makezagoneke nû tenê ji alî Îttîfaqa Cumhurîyetê hatîye kirin û van rojan ev xebat ji bo raya giştî bête pêşkêşkirinê. Di vî warî de şermîyeke pir mezin e ku ev bîst sal e makezagona eskerî nehatîye guhertinê. Bi derengî be jî makezagoneke sîvîl dê baştir be ji ya eskerî.
Di avakirina makezagoneke nû de em kurd li kû ne? Gelo makezagoneke sîvîl me kurdan eleqedar nake? Ma em kurd ne heweceyê makezagoneke sîvîl ku mafê me yê netewî têde bi awayeke zelal hatîye şîrovekirinê ye? Helbet em kurd hewceyê wê ne. Xeyala mirov çi dibe bila bibe di şertên îro de divê em kurd di warê demokratîk de nêrînên xwe bi cesaret bêjin. Hiquqzanên me li ku ne gelo? Ma ti gotineke wan li ser vê yekê tune ye? Ev yek ma ji bo me ne şermîyeke mezin e? Xûya ye di vî warî de jî Kemalîst li hemberî Îttîfaqa Cumhurîyetê ne. Nabe ku em kuırd bi bêdengîya xwe bikevin sevîya Kemalîstan.
Kemerburgaz, 27.10.2022
Necdet Gündem