Armanca Operasyona Îdlibê çi ye?

Şeyhmus Ozzengîn

Li Suriyê hewlên nû wê bi xwe re çi bibe û çi bîne?

Bersiva vê pirsê di têkilîyên bi rêxistinên li Sûriyê ve girêdayî ye. Hêzên opozisyona Sûriyê Kurd jî di nav de wek hêzên şerê wekaletê hatin bikaranîn û ji armancên xwe dûr ketin. 

Li Heleb û Îdlibê hêzên cîhadîst û Selefî bi cih bûn. Bi amadekirina destpêka vê pîlanê re Heleb ji destê van hêzan derket û hemû li Îdlib û derdorên wê hatin bicİhkirin.

Dewleta Tirk bi van hêzên terorê yên cîhadîst re têkildar bû. Beşek ji van qatilan anîn Efrînê û ji bona armancên xwe yên qirêj bi kar jî anî. Li Îdlib hêzeke xurt a çekdar di destê wan de heye û Tirkiye piştgirê van hêzan e. Heleb, Îdlib û Efrîn bajarên nêzî hev in. Efrîn di destê kurdan de bû. Lê Heleb û Îdlib di destê kontrola van hêzên terorê û cîhadkar de bû. Piraniya şervanên van hêzan, Çeçen, Ozbek, Uygur û yên wek van grûban e. Hemû hêzên şerê wekaletê û yên terorê ne û qatİl in. OSO, El-Nusra (Ceyş ul Îslam-ênİya Tehrîr El-Şam) û grûbên piçûk di bin bandora Tirkiyeyê de, bi destê tirkan tên pirbiçek kirin. Tirk bi dagirkirina Efrînê re dixwest xeta lojîstîkê bigihîne heta Helebê. Demekê ev xet bi dest xist û li van deveran karesatên xerab jî kir.

 Dewleta tirk û têkiliyê bi hêzên terorîst re!

Di şerê Sûriyê de kîjan hêzên terorê wekaleta Devleta Tirk dikir?

Destpêkê hêzek ji baskê El Qaîde yên Sûriyê bû. Di perçebûna El Qaîde a baskê Sûriyê de du hêzên terorê ji nav El Qaîde derketin.
1-DAÎŞ, 2-El Nusra.
Dewleta Tirk li hember Sûriyê û kurdan piştgiriya herdu baskên El Qaîde (DAIŞ û El Nusra) dikir.
Piştî ku El Nusra ket lîsta teröre, navê xwe guhert û kir Eniya Tehrîr El Şam. Ji pir hêzên terorê wek êniyeke îslamî hat damezirandin. dewleta tirk, ev hêz di şerê Xendekan ê Bakurê Kurdistanê û dagirkirina Efrînê de bikar anî.

 

Niha dewleta Tirk ev hêz xist lîsta terorê(!)
 

Bînim bîra we ku dewleta tirk, piştî ku DAÎŞ wek tehdîdek navnetewî hat şîrovekirin û bi tund li hember helwest hat danîn, Tirkiyeyê DAIŞ jî wek hêzeke terorê binav kiribû(!) Tam di wê demê de çalakiyên terorê yên mezin li Tirkiyeyê rû dan(!)
Li gorî hinek raport û agahiyên îstixbaratî, Tirkiyê li hember rêjîma Sûriyê û kurdan ev hêza terorê bikar aniye û piştevaniya wê kiriye.
Piştî tehdîdên rêjîma Sûriyê û Rusya bo operasyona Îdlibê, Tirkiye rêxistina îslamî ya radîkal El Nusra (Cephe Tehrîr ul Şam) xist lîsteya terorê! Bi vê îşaretekê dide Rusya û Sûriyê ku armancên xwe pêk bîne.

Şerê Îdlibê çi ye û çi li ser Îdlibê diqewime?

Li ser operasyon û armancên operasyona Îdlibê de, di navbera Îran, Rusya û Tirkiyeyê de lihevkirin çênebûye. Li gor daxuyaniya Serokê Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov ku eşkere dike:

Ji bona armancên me yên li Suriyê, li gor formatên hevkarên me yên Îran û Tirkiyê daxwazên me hevûdû temam nakin!“(!) Ev tê wateya ku hîn di navbera van hersê hevalbendan (Rusya, Îran, Tirkiye) de li ser mijarê berjewendî negihîştine cem hev. Li hêviya civîna 07.09.2018an a li Îranê ne.

Ji hêla din ve di 04.09.2018an de heyeteke Emerîkayê hat Tirkiyeyê ji bona Operasyona Îdlibê, lê encam jê derneketiye. Em vê jî ji nirxandina tekiliyên bi Amerîkayê re li ser Îdlibê ku di 05.09.2018an de Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan derdixin:

"Ku rêketina di navbera wan û Amerîka de li ser pêşeroja bajarê Minbicê Rojavayê Kurdistanê, baş birêve naçe.“ Ev daxuyanî, nakokiyên Tirkiye û Emerîkayê yên li ser Îdlibê jî eşkere dike.

Li ser operasyona Îdlibê, Tirkiye ji çi ditirse?

Koçek mezin a penaberan, hembêzkirina tehdîda hêzên terorê ku Tirkiye bi wan re hevalbend e û rewşa Tirkiye ya aborî û bilidbûna bihaya dolar wê çi bandorê çêke li ser Tirkiyeyê?

Bi Operasyona ser Îdlibê re Tirkiye dixwaze bi parastina sînorên xwe, xwe ji vê bandorê biparêze. Lê hesabê wan hêzên terorê û îxaneta Tirkiyeyê bi wan re, wê bibe sebeba ku Tirkiye têkeve bin bandoreke nû ya terora van hêzan.

Em ji bîr nekin ku tenê yek qert di destê tirkan de dimîne. Ew jî qerta kurdan e. Dibe ku ji bona xurtkirina destên Esad û têkiliyên bi Îran û Rusyayê re ev qert ji wan re lihevhatinê bîne. Di daxûyaniyên berpirsên Sûriyê li ser mafên kurdan îşaretên vê lihevhatinê jî hene. Wezîrê navxwe yê Surîye eşkere îşaretê dide Tirkî ku "Kurd li Sûriyê ti taybetiya wan tune ye û ya wê bibin hêzên Sûriyê, yan jî wê bibin hêzên terorê“(!) Ev jî tê wateya ku di navbera Rusya, Îran û Tirkiyeyê de benê dardakirina kurdan wê bêt kişandin, an jî wê îlhaqa wan a Sûriyê ye derkeve rojevê!

PYD-YPG di şerê Sûriyê yê navxwe de şerê wekaletê tercîh kirin. Pişta xwe dan Sûriyê û hem bi Rusya û hem bi Emerîkayê re lîstin. Bi dawîanîna şerê wekaletê li Sûriyê re, wê dawî li van hêzên wekaletê were. Ji ber ku pîlan, radestkirina axa Sûriyê ji bona îktîdara BAAS e. Mixabin ji bona Emerîkayê ev gotin hîn zû ye. Ji ber ku pîlanên Emerîka yên li ser Îran, divêtiya têkilîyên kurdan li Sûriye hîn di asteke girîng de diparêze.

Gelo şerê li ser İdlibê, bidawîanîna şerê wekaletê û jiholêrakirina van hêzên çekdar li Sûriyeyê ne?

Di operasyona ser Îdlibê de Çîn jî bi Rusyayê re tevdigere. Rusya li ser hêzên Çeçen ku ji El-Qaîde qetiyane, Çîn jî li ser grûbên Uygûran hesaban dikin. Ji bona ku ev grûbên çekdar venegerin welatên xwe û çalakiyên terorê bikar neynin, li Îdlibê mijara jiholêrakirina wan, Çîn û Rusya jî anîne cem hev. Lê di vir de ti erênî ji Tirkiyeyê re dernakeve ku ew hêzên ku li Sûriyeyê xwedî dikir, wê çi bike bi wan hêzên ku bi salan e li Sûriyê ji bona terorê bikar tîne!

Bi operasyona ser Îdlibê re pîlanê li seriye wê hîn zelaltir derkeve ber me. Wê hemû hêzên opozisyona Sûriyê wenda bikin. Hewleke nû û bêhna gavên nû derdikevin holê. Di nav van gavan de giftûgoya hebûna hêzên Îranê yên terora şîe li Libnan û Sûriyeyê jî pirsgirêkên mezin in.

Paradîgma PKK û proje ya "Federasyona Rojhilata Naverasta demokratîk“(!) bû sebebê ku carek din kurd wenda bikin. Bi xeyala vê projê, bi dehhezaran keç û xortên kurdan bûn qurban. Li Helebê, li Îdlibê, li Minbic û Reqayê xwîna keç û xortên kurdan hat rijandin ji bona vî xeyalê vala. Îro li Sûriyeyê ti erêniya pêşeroja kurdan di van pîlanan de tune ye û kurdan bi sebebên van xeyalan ji daxwazên xwe yên meşrû-netewî dûr ketin û ji şerê wekaletê re bûn qurban. Pir diramatîk e lê rastî her tim tal e û dilê mirovan diêşîne.