Artêşa Amerîkayê hişyarî da Qasim Silêmanî!

Fermandarê fermandariya navendî ya artêşa Amerîkayê hişyarî da fermandarê hêza Qudsê ya Îranê û ragehand: ‘’Qasim Silêmanî xwedî xwezayeke dijmanane ye.’’

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê General Joseph Votel, di gotara xwe ya li Wezareta Berevaniya Amerîkayê li Pentagonê de ragihand; ‘’Fermandarê hêza Qudsê Qasim Silêmanî li pişt hemû çalakiyên Îranê ye, ku seqamgiriya rojhilata navîn têk didin.’’

Votel di derbarê Qasim Silêmanî de ragehand: ‘’Silêmanî xwedî xwezayeke dijminkariyê ye û hêza Qudsê jî hêvinê gefê ye li ser asayîşa rojhilata navîn.’’

Fermandarê Amerîka derbarê gefên Îranê yên daxistina tengava Hurmizê ya kendava erebî de jî ragehand: ‘’Artêşa Amerîka bo her egerekê amade ye ku parastina hatûçûna keştiyên neft lê barkirî li wê derbasgehê de derbas bibin. Ji ber sedî 20ê nefta cîhanê li wê derê re tê veguhestin.’’

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes