Artêşa Iraqê: Bi Pêşmerge re gihîştin rêkeftinê

Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Artêşa Iraqê aşkere kir, ew bi Pêşmerge re gihîştine rêkeftinê.

Peyvdarê Operasyonên Hevbeş ên Artêşa Iraqê Lîwa Tehsîn Xefacî ragihand, ew bi Pêşmerge re gihîştine rêkeftinê ji bo damezirandina navenda hevbeş bi armanca dabînkirina ewlehîya li navçeyên ku hêzên pasewanên Herêmê û hêzên federalî lê nîn in.

Got jî: Em di civîna ligel Pêşmerge de rêkeftin ku hemû astengîyên ewlehîyê yên hene û terorist sûdê jê dibînin nehêlin.

Dîyar kir jî, dengoya wê belav bûye, ku terorist ji Sûrîyê vex we vididizin Iraqê, lê metirsîya wan ne zêde ye ku cihê nîgeranîya mezin be, ji ber ku karînên Fermandarîya Operasyonên Hevbeş hene, teroristan jinav bibin.

Demek e Çekdarên DAIŞê derfet dîtine û êrîşî hin navçeyên Iraqê dikin, bi taybet li navçeyên di navbera Kerkûk, Selahedîn û Dîyale de.

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e