Artêşa Iraqê li hember milîsan piştevaniya Kazimî dike

.

Berdevkê fermandariya giştî yê hêzên çekdarên Iraqê diyar kir, milyonek û 800 hezar leşker nav hêzên hikûmetê de hene ku rasterast ferman ji serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Mistefa Kazimî werdigrin, bo li hember milîs û çekdarên ji yasayê derketine.

Hikûmeta Iraqê milîs ji ber, ku bi armanc girtina navçeya Kesk û hêzên ewlehiyê hişyar kirin û li hember wê hişyariya Kazimî çekdarên Esayîb ehl el heq xwe paşve kêşan. Fermana girtinê jî bo berpirsê milîsên Hizbullah a Iraqê Ebu Elî Eskerî derket, ku gefxwarin ku guhê Mistefa Kazimî bibre û gotibû, îstixbarata Amerîkayê nikare ji dest milîsan rizgar bibe.

Milîs daxwaza azad kirina berpirsên xwe dikin, ku mûşek baran navçeya Kesk û balyozxaneya Amerîkayê de destê wan hebû, lê Kazimî rad kir ku ew bên azad kirin.

 

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes
Nûnerê Îranê yê li Sûriyê: "Bi Sûriyê re hevdîtinên me dewam dikin"