Artêşa Îsraîlê kete bajarekî din ê Sûriyê

.

 Artêşa Îsraîlê ku piştî hilweşîna rejîma Esed, kontrola xwe ya li ser xaka Sûriyê zêde dike, kete nav bajerekî din ê Sûriyê.

Hate ragihandin ku hêzên artêşa Îsraîlê ketin bajarê Xan Ernebe yê li gundewarên Quneytîrayê ku dikeve başûrê Sûriyeyê.

Hêjayî gotinê ye, artêşa Îsraîlê piştî hilweşandina rejîma Beasê, derbasî hin herêmên bajarê Quneytîrayê bûbû û bi rêya êrîşên asmanî jî bi sedan êrîş biribûn ser binkeyên çek û cebilxaneyên rejîma berê.

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'