Artêşa Rejîma Esed bajarokên derdora Helebê radestî HSDê kirin

.

Çavkaniyên xwecihî îro 30.11.2024ê ragehandin, artêşa Rejîma Sûriyê hejmarek gund û bajarok ên ser bi gundên rojhilatê Helebê radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê kirine û ji bo navçeyên din xwe vekêşandiye.

Heman çavkaniyê ragehandiye; ‘’Artêşa Rejîmê bajarokên Dêrhafir, Tel Ern, Tel Hesêl ku piraniya wê kurdin û çend gundekî din ên rojhilatê Helebê radestî HSDê kirine.’’

Herwaha heman çavkaniyên ji herêmê dibêjin artêşa rejîma Sûriyê ber bi navçeya Meskene ya gundên rojhilatê bajarê Helebê ve birêketine.

Ev yek di demekî de ye ku grubên çekdar ên Sûriyê yên wek Desteya Tehrîr El Şam ku Eniya Nûsra ya berê ye êrîşî bajarê Helebê kirin û gelek bajarok û gundên Heleb û Idlibê ji dest rejîmê derxistin.  

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir