Artêşa Sûrîyê, bakur û rojavayê Helebê kontrol kir

Artêşa Sûrîyê piştî ku taxa Elzehra li rojavaya bajar kontrolî kir, rizgarkirina tevaya bajarê Helebê ragehand. Herweha piştî rûbirûbûnê li gel Enîya El Nusre, herdû bajarên Herîtan û Endan li gund û warê bakûrê rojavayê Helebê kontrol kirin.

Navenda Nûçeyan - Artêşa Sûrîyê piştî ku taxa Elzehra li rojavaya bajar kontrolî kir, rizgarkirina tevaya bajarê Helebê ragehand. Herweha piştî rûbirûbûnê li gel Enîya El Nusre, herdû bajarên Herîtan û Endan li gund û warê bakûrê rojavayê Helebê kontrol kirin.

Kenal Mîyadîn jî, aşkera kirîye, ku artêşa Sûrîyê gundên Heyan, Bîyanun û Tel Misbîn li gund û warê bakûrê Helebê piştî vekêşana Enîya El Nusre ji wan gundan rizgar kirîne.

Herçend artêşa Sûrîyê ji sala 2016ê temamê Helebê kontrol kiribû jî, lê ew bajar her cihê armanca Desteya Tehrîr El Şam (Berê ji xwe re digotin El nusre) û grubên derdora rojava û bakûrê Helebê û gund û bajarokên rojava ya wê bû.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e