Artêşa Sûriyê li ser daxwaza YPGê ketiye bajarê Minbicê û ala Sûriyê hildaye.
Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Artêşa Sûriyê de wisa hat gotin:
“Artêşa Sûriyê ji bo serweriyê li her bihosteke erda Sûriyê pêk bîne, bersiva banga gel daye û bi erka xwe ya berpirsiyarane ketine bajarê Minbicê û ala xwe hildaye.”
Di berdewama daxuyaniyê de tê diyarkirin, “Em rola hemû zarokên welat a ji bo dabînkirina serweriya netewî, bi girîngî dinirxînin.”