Artêşa Tirkiyê 4 gundên Hesekê dan ber topan

.

 Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve gundê bakurê Hesekê dan ber topan û  beşek ji xelkê ji gundên xwe derketin û berê xwe dan cihên ewletir.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê şeva Çarşemê/Pêncşemê bi tundî gundên Muharmala, Bobî, Niwêhat û Dada Ebdullah yên ser bi Zirkanê li parêzgeha Hesekê topbaran kirin.

Li gorî zanyariyên Rewnaghê, heta niha ziyanên vê topbaranê nayê zanîn û ji ber tundiya êrîşan, tevgera koçberiyê dest pê kiriye û xelk berê xwe dan cihê ewletir.

Ev topbaran di demekê de ye, îro danê sibê hêzên polîsên leşkerî yên Rûsî û hêzên Tirkiyê li gundên Dirbêsiyê gereke çavdêriyê ya hevbeş pêk anîbû.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye