Artêşa Tirkîyê 4 gundên Şehbayê topbaran kir

Êvara roja Çarşemê, topxaneya artêşa Tirkîyê çend gund li herêma Şehba ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kir.

Navenda Nûçeyan- Çavkanîyên xwecihî ragihandine, ku careke din topxaneyên artêşa Tirkîyê û gurûpên çekdar ên opozsîyona Sûrîyê, duh êvara Çarşemê çend gundên li herêma Şehbayê topbaran kirine.

Li gorî zanyarîyan, gundên Malikîyê, Merenaz, Şewarxê û Kelha Şewarixê ji alîyê hêzên Tirkîyê û grûpên çekdar ve hatine topbarankirin.

Ti zanîyarî di derbarê zîyanên canî û madî de nehatine bidestxistin.

Piştî ku di 18ê Adara sala 2018an de, herêma Efrînê kete bin kontrola artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ên hevpeymanên Enqerê, herêma Şehbayê tekane herêm li sînorê parêzgeha Helebê ye ku hêj di jêr desthilata Rêveberîya Xweser û YPGê de maye.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e