Artêşa Tirkiyê du rê birine Zinara Kêste

.

Artêşa Tirkiyê ji bo gihandina alîkariyên lojistîk, du rê birine Zinarê Kêste li Herêma Kurdistanê, yek ji wan diçe piştî gundê Zinarê Kêste, û rêya din jî diçe piştî gundê Hirûrê.

Tirkiyê du rê birine zinara Kêste ku dirêjahiya wan rêyan 8 kîlometre ne û armanc jî jê gihandina pêdewistiyên lojistîk û zerbazî ne, ji bo xalên serbazî yên artêşa Tirkiyê yên li sînorê Kanî Masê ne.

Heta niha çend caran ji wan xalên serbazî yên yên Tirkiyê, teqe li xelkê navçeyê hatine kirin, bi taybetî ew kesên ku seredana rez û baxên xwe dikin.

Cotyar Îbrahîm Osman îsal zêdetrî 20 donim rez, bax û bîstanên xwe ji ber êrişên artêşa Tirkiyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê bi hincête hebûna gerîlayên PKKê ji dest dane û bi tenê bîstanên dorûberên mala wî di destên wî de mane ku rojane xwe pê ve mijûl dike.

Hecî Îbrahîm Osman cotkarekê gundê Hirûrê ye li Kanî Masê û berî çend rojan di dema komkirina hingiviyê xwe de  leşkerên Tirkiyê teqe li wî kirine.

Cotyar Îbrahîm Osman dibêje: “Hêzên Tirkiyê 5 heta 7 caran li me reşandin. Ewil guleyek berdan, hema min yekser mêş xistin sinqoqê û anîn vê derê. Min bes yek mêş anî û 10 kîlo hingivî jê derxist. Mêşên me li wê derê mane, ew der mezre ye.”

Di çend rojên derbasbûyî de Tirkiyê bo xalên xwe yên serbazî bi dirêjahiya heşt kîlometir û nîvan du rê anîne Zinarê Kêste ku çend caran teqe li xelkê navçeyê kirine. Rêyek bo pişta gundê Kêste ye û rêya din jî bo pişta piştî gundê Hirûrê ye.

Vê yekê jî jî tirseke din a mezin li ba xelkê deverê çêkiriye.

Muxtarê Gundê Nizurê Tariq Nizurî jî dibêje: “Rêya ber avê hatiye Xaradêmê û Mila Redê gihîşte otomobîl dikarin heta Duhokê biçin. Rêya din jî ji rexê kopkî ve hatiye û gihîşte pişta Zinarê Kêste. Ve gavê kes ji me nikare her qesta gundê xwe bike û hemû der bûne qereqolên leşkerî.”

Artêşa Tirkiyê nêzîkî çar mehan e operasyonek berfireh bo ser navçeya Kanî Masê destpê kiriye. Îsal di encama operasyonên Tirkiyê de, 6 welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê hatine kuştin, hejmarek kes birîndar bûne, herwiha ji ber bandora operasyonan 20 gund jî hatine valakirin.

Herwiha rojane ziyanên zêdetir li xelkê deverê dibe û li gor amarên Rêveberiya Nahiya Kanî Masê heta niha zêdetirî 7 milyar dînar zerara xelkê deverê bûye.

(Rûdaw)

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir