Topxaneya artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayê Enqerê, Gundê Esdiyê yê li bakurê bajarokê Zirganê yê ser bi parêzgeha Hesekê li Rojavayê Kurdistanê bi giranî topbaran kir û bi wê topbarê 5 welatiyên sivîl birîndar bûn.
Li gor zanyariyên xwecihî yên ji nahiya Zirgan li gundewarê Serê Kaniyê û Til Temir, îro Pênşemê 7ê Nîsana 2022yan serê sibê zûr artêşa Tirkiyê Gundê Esdiyê yê bajarokê Zirganê topbaran kir.
Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê jî diyar kir ku 5 kes ji malbatekê birîndar bûn û ziyaneke mezin gihiştiye mal û milkên welatiyan.
Navên birîndar wiha ne: Mehmûd El Zahîr (42), Berai Mehmûd El Zahîr (16 ), Nercês Mehmûd El Zahîr (15) û Şefaq Mehmûd El Zahîr( 9 ) û xizmê heman malbatê Înas Îsmaîl El Xelef (17).
Ev çend roj in Tirkiyê û grûpên çekdar bi top û dronan êrîşî nahiyeya Zirgan û gundewarê wê dikin.