Leşkerên Tirkiyê bi kûrbûna 700 metran daketina nava axa Efrînê.
Li gor PUKmediayê hejmareke ji leşkerên Tirkiye tevî 2 tankan, li aliyê gundê Hemamê ya ser bi navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê, bi kûrehiya 700 metran derbasî nav sînor bûne û xalên kontirolê danîne.
Berê jî leşkerên Tirkiyê agir berdabûn zêwiyên devera Raco ya Efrînê û 7-8 hiktar ji zeviyên ku dar lê hatine çandin, şewitîndibûn..