Artêşa Tirkiyeyê çend cihên Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin

.

 Artêşa Tirkiyeyê îşev wêstgehên petrolê yên li bajarê Tirbe Spiyê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.

Dîmen û zanyariyên xwecihî yên ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê diyar dikin ku îşev artêşa Tirkiyeyê wêstgehên petrolê yên Seîdê û Ode yên li derdora bajarokê Tirbe Spiyê bombebaran kirin.

Artêşa Tirkiyeyê di heman demê de gundê Banê Şkeftê yê bajarêDêrikê yê Cizîra Rojavayê Kurdistanê, bombebaran kir.

Tirkiye: 29 hedef hatin bombebarankirin

Li aliyê din ve, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî ragihand ku artêşa wî welatî li Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê êrişîn asmanî pêk anîne.

Li gorî daxuyaniyê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê 29 hedef hatine bombebarankirin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyanî da

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê derbarê êrişan de daxuyanî da.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirkiyeyê û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê gundên bakurrojavayê Minbicê topbaran dikin.

Li gorî daxuyaniyê gundên Seyade, Um Edese û Dendeniyê tên topbarankirin.

Ji 5ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve heta niha êrişên Tirkiyeyê li navçeyên Rojavayê Kurdistanê zêde bûne û ew êriş hîn jî berdewam berdewam dikin.

Kurdistan Haberleri

Ewropa defterên kevn vedike û hesabên xwe li Kurdistanê nû dike - Ziryan Rojhilatî
Gelo îhtimal heye ku Tirkiye S-400an bibe Sûriyeyê?
Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê dê her hêlîna bihevrejiyanê be
Suhbeta romannivîs Mîran Ebraham
Ano Cewher: Serok Barzanî bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e