Di raportê de bal kişandin ser vê yekê ku di sala 2017an de 78 rojnamevan û 312 parezvanên mafên mirovan hatine kuştin. Herwiha raport bale dikşîne tûndîtî û sansûra înternetê yên di protestoyan de û dibêje li seranserê cîhanê di warê azadiya vegotinê de krîzek tê dijîn.
Di raportê de tê gotin, li seranserê cîhanê desthilatdar hewl didin bi tohmeta 'nûçeyên derewîn' û 'xayîntiyê' dengê opozîsyonan bibirrin.
Li gor raportê, di 2017an de, di vî warî de, Norwec, Swîsrê û Danîmarka, ew welat in ku puanên baş wergirtine. Diwarê azadiya vegotinê de xirabtirîn welat jî wek Koreys Bakur tê destnîşankirin.
Li gor raporta Article 19an a ku di 4 warên wekî 'qada sivîl', 'medyaya dijital', 'ewlehî' û 'zelalî'yê de welat nirxandine, Tirkiyê Tirkiyê ji 5 welatan yek e ku di van 4 mijaran de bileztirîn paş de dikeve.
Li gor vê, di warê zelaliyê de, ji 2014an heta 2017an sereke welatan e ku herî zêde paş ketiye.
Di warê sansûra înternetê û darizandina bikarhênerên înternetê de jî Tirkiye wek duyemîn welat hatiye destnîşankirin ku paş de diçe.