Ajansa Hawar ragihand, ku "Mizgefta Selahedînê Eyûbî, li navçeya Cindirêsê
ya ser bi Efrînê ve, ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye bordûmankirin û di encama wê de,
ziyaneke mezin li mizgeftê bûye û beşek ji Quran û kitêbên olî ketine jêr dar û keviran".
Mizgefta Selahedînê Eyûbî li Efrînê, yek ji mizgeftên kevin yên bajarokê Cindirêsê ye û
di sala 1961ê de hatiye avakirin.