Asayişa Rêveberiya Xweser Hemîd Îdê piştî 4 mehan serbest berda

.

Hemîd Îdê, kurê serkirdeyê Partiya Yekîtî Merwan Îdê ku berî 4 mehan ji aliyê Asayîşa Rêveberiya Xweser ve hatibû girtin, serbest hate berdan.

Hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser duh Çarşembê 5ê Cotmeha 2022an Hemîd Îdê berdan, bêyî ku ti daxuyaniyekê li ser sedema girtina wî belav bikin.

Roja 12ê Hezîrana îsal hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê Hemîd Îdê kurê serkirdeyê Partiya Yekîtî Merwan Îdê girtibûn.

Bavê wî Merwan Îdê ku endamê polîtboruya Partiya Yekîtî ye ji Rûdawê re gotibû, xwestibûn kurî wî bikujin, piştî ku ew hewl bi ser neket, hêzên Asayişê kurê wî girtin.

Malbata Hemîd roja 22ê meha bihorî gotibûn, kurê wan ji roja 21ê meha bihorî ve ketibû gireva birçîbûnê û daxwaza azadkirina kurê xwe kiribûn.

Hemîd Îdê ku li Almanyayê dimîne bi seradan çûbû Amûdê û li wir hatibû girtin.

Kurdistan Haberleri

Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan daxuyanî da
Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn
Rejîma Îranê hunermendekî Kurd girt û 2 kolberên Kurd jî birîndar kir