Îro asayîşa YNKê li taxa Çarbaxê ya bajarê Silêmaniyê binkeye Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê dorpêç kir ku grubeke ser bi PKKê ye.
Di vê derbarê de cîgirê hevseroka Tevgera Azadiya Komelgeha Kurdistanê Tara Husên ragehand: "Hêzeke asayîşa YNKê binkeyê me dorpêç kir û daxwaz dikin ku di demeke herî zû de em binkeyê xwe betal bikin û vala bikin. Herwaha gef xwarin ku eger em binke vala nekin dê hêz bikarbînin."
Tara Husên got, wan ji hêzên asayîşê re gotine, ew binkeyê xwe vala nakin û ‘’çi dikin bila bikin’’. Herwaha derbarê bikaranîna hêz ji aliyê asayîşa YNKê ve jî Tara Husên ji BasNewsê re ragehand: "Em naxwazin ti rewşekî ku nayê xwestin pêk bê, hemû alîgirên me hatine nav binkeyê û em naxwazin ti tiştek derbikeve, lê em ê parastina xwe bikin.’’
Çend roj berî niha, ku cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê yê ser bi pişka YNKê Qubad Talabanî bi armanca razîkirina Tirkiyê biryara daxistina binkeyên rêxistinên ser bi PKKê daye.