Aspekt"ên Pirsgirêkên Kurdistan!

Şeyhmus Ozzengîn

Di nav hêzên Siyasî yên Kurdistan de, ji 40 salî zêdetire ku mijara "yekitîyê" di giftûgoyê de ye. Ev mijar, her bi mejûyekî ideolojî û çepgirî hatîye ber me û armancek ku "hêzên kêmquwet îlticayî hêza biquwet bike û têkeve bin bandora wê" hatîye bikar anîn.

Ev di eslê xwe de xizmetê ji wan îdeolojî yên tundrew û totalîter re dike. Xizmetê ji ideolojîya "yek partî, yek ideolojî û yek serokatî"yê re dike. Lê em ji bir dikin ku Kurdistan, welatekî ku di navbera çar dewletan de hatîye dabeş kirin, dagerkirin û kolonîye. Bi gelemperî Kurdistan û her beşekî Kurdistan bi serê xwe taybetîyên wê hene. Cûdayîyên van taybetîyan, divêtîya hewldanên taybet û perçeyî jî bi xwe re tîne. Ev jî, ji me re îspat dike ku di welatên perçekirî û dagirkirî de "yekitî" ne çareserîya bihêzbûnê ye. Çareserîya bi hêzbûna têkoşîna netewî di avakirina pergalên netewî û niştimanî de ye.

Divê çi bêt kirin ku di nava hêzên Têkoşîna Rizgarîya Netewî de yek rêzî, yek proğram û yek hedefek navendî û netewî û niştimanî hebe?

Berî her tiştî doza rizgarîya netewî û niştimanî, li ser erkên netewî û niştimanî têt avakirin. Ev jî doza daxwazên netew yên demokratîk û rizgarkirina axa netewî û liser damezirandina dewletek netewî ye. Ev erkên netewî, bi xwe re ji her çîn û tebaqayan avakirina enîyek netewî bi xwe re tîne. Li ser esasên netewî û niştimanî, avakirina eniya netewî bi xwe ye.

Divê berî her tiştî, tevgera her beşekî Kurdistan di nav xwe de vê enîya netewî ava bike û kongra xwe a netewî lidar xe ku bikaribe bi beşên din yên Kurdistan re li proseyek hevpar bi hev re piştgir bin. Ji hev re bi hurmet bin û rêzê ji cûdayî yên perçeyî re bigirin. Ev nebe, wê her, beşek di têkoşînê de be ku beşê din têxe bin bandora xwe û daqurtîne. Ev jî tehlûkek mezine ji avakirina dewletek serbixwe a kurdistanî re û wê bibe sebebên birakujî bi xwe jî.

Ji vê du mînak di destê me de hene ku hêjaye em wan binav bikin:

Mînakek jê Başûrê Rojavayê Kurdistan û rewşa wê a siyasî ye: PKK mudaxaleyî vî beşê Kurdistan kir. Di bin bandora xwe a tundrewî û totalîter de tevgerek (PYD,YPG,TEV-DEM) derxist û bi devê çekan xwest ku herkes têkeve bin bandora wan. Yên ku nekevin bin bandora wan jî riya, kujtin, girtin, tehdît kirinê û zîndan kirinê pêş wan kir. Rîya siyasetê ji wan re girt. Ev jî bû sebebê ku di pêş de wê birînên sosyolojîk derkevin pêşîya Kurdan li vî beşî. Bingeha sebeba şerrê birakujî hatîye damezirandin bi destê PKK.

Mînaka din jî siyaseta PKK a tundrewî ku li Bakurê Kurdistan dimeşîne:

Ji dêlva ku Li ser esasên netewî û niştimanî, bingeha enîyek netewî bêt avakirin; tersê wê bi pişta destê xwe kurdên kurdperwer û niştimanîhez dahf da û bi darê kotekê, ew ideolojî a xwe a totalîter damezirand. Kî li henber vê siyaseta tundrew derket, bi tehdîdan û cîh bi cîh bi şiddetê berteraf kir. Di dewsa tevgera kurd a netewîhez û niştimanîhez; li angora ideolojîya xwe bi çepên netewa serdest re ket rêk û pêk ê. Pêşî li geşbûn û bihêz bûna tevgera netewî girt û şahrezatî û medenîyeta kurdan bi destê çepên tevgera netewa serdest binpê kir. Bi destê van têkiliyan girseyek seqet ku dijminê çand-ziman û ruhê netewî ye derxis pêşberî tevgera netewî ku di her hewldanê de dijminatîya Kurdperwerî, niştimanperwerî û binpêkirina sembolên netewî meşrû kir. Ev waqa sosyolojîk e û bi destê muhendizên dewleta serdest hatiye avakirin ji bona binp3ekirina nirxên Kurdan yên netewî û civakî

Dema ku hêzek; bi ideolojîya xwe a tundrew serdestîyê li ser beşek an jî beşên din bike û ev bandorek tahrîbkar derxe pêşberî me, di navbera beşan de dibe sebebê çandina bizrê dijminatî ya Kurd bi Kurd re. Îro bingeha PKK bi girsî, hin li Başûrê Rojavayê Kurdistan û hin jî li Bakurê Kurdistan û dîyaspora Kurd, wek dijminên bidestxistinên Başûrê Kurdistan bi rêk û pêk bûne.

Sebeba vê çiye?

Bi raya min berî ku kurd li ser "yekitî" û "enîyek netewî" an jî "Kongra Netewî" têkevin giftû goyan, divê bi balkêş li ser van babetan sosyolojîk bisekinin.

Divê em ji bona her beşekî Kurdistan -ku bi serê xwe her beşek xwedî taybetîyekê ye-, bingeha damezirandina enîyek netewî ava bikin ku her hêz bikaribin bi rehetî di nava vê enîyê de bandıra xwe bilîze, ava bikin. Heta ku her beş di vê astê de negîhêje astek serkeftî, nikare bi siyaset, bidestxistin, statû û partîyên beşê din re têkeve rêkevtinek siyasî. Ev têkilê wê her li ser hesabên ku yê xurt, başa qels têxe bin bandora xwe û bike wek xwe bêt meşandin. Ev jî wê mînakên xerab derxe pêşberî me.

Bê hesabên siyasî û bê ku yek yê din têxe bin bandora xwe; divê di navbera beşan û tevregan de alîkarî hebe. Lê ev alîkarî divê ji bandora îdeolojî û hizbî dûr be û li ser esasên biratî, netewî û niştimanî bêt meşandin.

Ji bona ku ev bi rûhê kurdperwerî û niştimanperwerî bi rêk-pêk bibe divê em çi bikin?

*Divê her beş enîya xwe a niştimanî ava bike. Hurmetê ji beşên din, serxwebûna wan û têkoşîna wan re bibîne û li gor mercan jî alîkar be, ji bona beşên din bê ku hesabên  binbandor kirinê bike.

*Her beş divê li ser esasên netewî û niştimanî bi avakirina enîyek netewî re kongra xwe a netewî jî ava bike. Divê ev kongre, kes û tevgerên ku ji dervê enîya netewî mane jî bigire nav xwe û hênbêz bike li ser erkên netewî û niştimanperwerî.

*Divê her beş hemû hêzên xwe yên leşkerî di bin navê "artêşa netewî" de kom bikin. Hêzên leşkerî ji bin bandora partî û îdeolojî ya partîzanî bêt rizgar kirin. Divê hêzên çekdar ne ji bona xurtkirin û bandora hizbî, ji bona geşkirin û parastina nirxên netewî kar bike. Divê çek ne bibe asteng ji çareserkirina pirsgirakan re, tam tersê wê, rê ji çareserkirina pirsgirêkan re veke.

Her beşek, heta di nav xwe de negîhêje van asta, nikare ji bona "Kongra netewî a navendî" kar bike. Divê di vê astê de her beş bigîhêje asta biryardana beşî. Ti beş divê mecbûrî vê biryarê nebin. Her beş azad û bi destê sazîyên netewî (wek Enîya Netewî, Kongra netewî) van biryaran bidin.

Avakirina kurdistanek yekgirtî-bihêz û navendî daxwaza her kurdekî kurdperwer e. Lê ev daxwaz divê nebe sebebê çespandinek tundî. Dibe ku çar dewletên kurdan, an jî sê dewletên Kurdan jî ava bibin. Ev tişt ne li gor daxwazê li gor şertan wê derkevin pêşberî me. Yên ku van biryaran bidin wê ne partî û rêxistin, wê sazîyên netewî yên beşan bi xwe bin.

Bi raya min ji dêlva ku em enerjîya xwe ji bona "yekitî ya Kurdan" xerc bikin; em ji bona honandinan perçan û honandina sazîyên netewî (enîya niştimanî, Kongra Netewî) seferber bibin û kar bikin, emê baştir ji hev re alîkar û zûtir mesafê bigirin.

Heta ku her beşekî Kurdistan negihêje astek ku min li jor nirxandîye, "kongra netewî" wê ji fêdê bêtir zerarê bide Doza Kurdistan. Wê azadîya beşan û cûdatîyên beşan bipê bike. Divê em rê nedin vê lekê..

26.09.2016