Navenda Nûçeyan- Hikûmeta Tirkîyê li ser çar şaredarîyên din ên Bakurê Kurdistanê yên di destê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) de qeyîm danî.
Hikûmeta Tirkîyê li du parêzgehên Amed û Dêrsim ên Bakurê Kurdistanê, li ser 4 şaredarîyên di destê HDPê de qeyûm danî.
Li gor agahîyan, li Amedê li ser herdu şaredarîyên navçeyên Yenîşehîr û Hezro û li Dêrsimê jî li ser şaredarîyên navçeya Mazgirt û bajarokê Akpazarê qeyûm hatine avêtin.