Awistiryayê Elewîtî wek baweriyeke serbixwe nas kir

.

 Hikûmeta Awistiryayê (Nemsa), bi fermî Elewîtî wek baweriyeke ne girêdayî ti dînan û wek sîstemeke baweriyê ya serbixwe nas kir.

Federasyona Yekîtiya Elewiyan a Awistiryayê ji bo nasandina baweriya Elewîtiyê bi salan e di nav hewldanan de ye.

Serokê Federasyona Yekîtiya Elewiyan a Awistiryayê Ozgur Turak di daxûyaniyekê de anî ziman, "Serkeftin ti caran ne tesaduf e! Silav ji bo kesên ku bêwestan têdikoşin û li berxwe didin".

Ozgur Turak di hesabê xwe yê medyaya civakî de wiha got, “Wek malbata Federasyona Yekîtiya Elewiyan a Awûstûryayê, di têkoşîna xwe ya bi rûmet a 12 salan de dawiya dawî me encam girt û di cîhanê de cara yekemîn e Elewîtî weke baweriyeke serbixwe hate qebûlkirin! Em ê di 20.04.2022an de li Navenda Çanda Elewiyan a Viyanayê bi daxûyaniyeke çapemeniyê agahiyên berfireh ên li ser mijarê bi hevalên xwe yên rêzdar û raya giştî re parve bikin.”

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir