Axaftina Devlet Bahçeli û sîstema seroktîyê

Mahmûd Kilinc

Bi axaftina serokê Partîya Bizava Neteweperest (MHP)ê, Devlet Bahçeli, di rojeva siyaseta Tirkîyê da mijara sîstema seroktîyê bû xala sereke.

Gengeşî germ in, dê germtir jî bibin.

Axaftina serokê MHPê di civîna grupa partîya xwe ya li parlementa Tirkîyê da liberxwe ne bû, berevacî weha dixuye, ku di encama hevdîtin, danûstendin û şiwirîyek dûrûdirêj da bû.

Bêşik pirs ev e, ev hevdîtin û danûstendin bi kî/kê va bûn, herweha, gelo Devlet Bahçeli bi kadiroyên sereke yên partîya xwe va şêwirî, an wî tenê bi serê xwe biryar da?

Berî bersiva vê pirsê em, daxwazên MHPê, ku çendin car Devlet Bahçeli di axaftin û peyamên xwe da aşkere digot, bi bîr bînin.

Ewil divê em zanibin, ku MHP partîyekî "mîsyonî" ye, di amancên vê partiyê da desthelat ne xala yekem e û partîya herê nêzikî dewleta milîtarîst e, ku li Tirkîyê bi navê "dewleta kûr" têt nasîn.

Bahçeli di peyam û axaftinên xwe da xasima li ser pênç xalan disekine, wana bona partîya xwe "xalên sor" bi nav dike, carina li dijî AKP wekî gef bi kar anî, taybetî di dema "pêvejoya çareseriyê" da.

Evan jî; yek, divê sîstema unîter bêt parastin; du, divê pênasîya hemwelatîyê wekî îro bimîne, ango makezagon xal 66 neye guhertin, daku ev xal dibêje "Herkesê ku bi hemwelatî dewleta Tirk va pabend e, Tirk e."; sê, bêt qeydûşert her çar xalên makezagonê yên destpêkê divê neyên guhertin; çar, bila mijara zimanê fermî neye sist kirin, daku zimanê fermî tirkî ye; pênç, divê li xwseriyê ra lampeya kesk neyê vêxistin.

Belê, her dem ev pênç mijar naveroka her axaftinên serokê MHP dadigrin, ev "hesasîyeta" wî her li dijî mafên neteweya Kurd bûye.

Ji meha reşemî (sibat) ya sala 2015an va serokkomarê Tirk R. Tayyip Erdogan jî heman rêgezan bi avakî din dibêje, "yek dewlet, yek al, yek welat, yek milet".

Taybetî, ji helmeta hilbijartina yekî meha mijdarê (kasim) va, her roj meqesa durişm û siyasetê, ya di navbera R. Tayyip Erdogan û MHPê da tengtir dibe, jixwe bi bîrdozî ew xismên hevûdin in.

Eger we bala xwe dabûyê, R. Tayyip Erdogan êdî bi ziman û şiweyî serokê partîyekî nijadperest û bi helwestek totalîter diaxife.

Bi bawerîya min piştê hevdîtin û danûstendinên, daku li ser hinek kesan ra û ji yaragiştî veşartî hatin kirin, di navbera Bahçeli û AKPê da li ser projeyekê li hev kirin, jixwe amancên siyasî têkilîyên herdu partîyan amade kiribûn.

Fam kirin ne zehmet e, Devlet Bahçeli rastîya partîya xwe û siyaseta AKPê dît, di encama şêwirîya bi kadiroyên partîya xwe va biryar da û pêşîya seroktîyê li R. Tayyip Erdogan ra vekir.

Sîstema seroktîyê ku dixwazin wana ne sîstemek demokratîk e, jixwe bi salan e R. Tayyip Erdogan dibêje û daxwaza "serokatîyet rê û rêzanên Tirk (bi usulê Tirk)" dike.

Seroktîyek weha ne li dijî daxwaz û siyaseta MHPê ye û eger, serok di desteya wezîran da (kabîne) hinek MHPîyan, an layengirê vê partîyê erkdar bike, çima hevkarî nebe?

Bi bawerîya min, R. Tayyip Erdogan û Devlet Bahçeli li ser paşerojê lihev kirin û paşê Bahçeli deriyê seroktîyê li Erdogfan ra vekir.

Bêşik sîtemek weha, ango seroktîya ku Erdogan û Bahçeli dixwazin dê hinek pirsgirêkan hêj giran û girîftir bike, bomînak pirsa bakurê Kurdistanê.

Herweha, mijar bona helwesta Bizava Siyasîya Bakurê Kurdistanê jî mijarek girîng e, bila ev jî bisekine nivîsa têt.

Mahmut Kilinc

20.10.2016/Semsûr