Di 22ê Cotmeha 1946ê de li Mahabadê di Dibistana Keçan de axaftina Îşret Azmî li ser bilindkirina alaya Kurdistanê
Xanimên muhterem, hemsinifin min ê delal, guh bidin da ez ji we re li ser ala me ya muqeddes çend pirsa bibêjim:
Ey ala Kurdistanê sê rengîn, ey nîşana bilindmayîna te, amadeyên rijandina xwîna xwe, em pîr û ciwan, heya giyan di me de bimîne, amadeyên da nehêlin tu bêyî xwarê.
Ey Mahabad! Kabeya serfiraziya hemî kurdan! gava ez ala xwe li ser te hilgirtî dibînim, hêvîya bilindbûna 15 milyon kurd tên ber çavên min û çiqas bextîyar dibim, ezê te hilgirim û li ser hemû çîyayê bilind bigerînim, sitrana azadîya te bibêjim. Tu li vir li ser me pêl dibî, lê birayên me yên kurdên Tirkiyê bi şaiya te, dîtina te ne pardar in, tu li vir bi bilindbûna xwe me bextiyar dikî, lê kurdên Sûriyê û Iraqê jî ji dîtina te û şiklê te yê sipehî mehrum in, rengê te yê sor şahid e ku tu bi xwîna kurdan hatiye hêlgirtin rengê te ê sipî nîşana dilpakiya kurda ye, rengê te ê kesk jî delîla ciwaniya axa Kurdistanê ye. Ey quweta azadî; li dinyayê, tu quwet nîne da bikare te wunda bike, ji ber ku 15 milyon kurd ji bo parastina te hazir in, bi bilindbûna te çavên istîmar(kolonyalîst) kor bûne.
Ey ala muqaddes! Ez sond dixwum ku di rojên xwe yê dijwarî, ezê te biparêzim, eger destê min hate birrîn, ezê bi destê din te hildim, eger ew jî bê birrîn, ezê bi diranê xwe te bilind kim, eger ez yekcar nemam tu hingê bi selamet û serfiraz bî ala min.
Rojnameya Kurdistan hej.9
Kadri Cemil Paş (Zinar Silopi) Doza Kurdistan, Ozge Yayinlari, 1991, s.173-174