Pisporê têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê Aydin Sezer li ser operasyona Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê got, “Tirkiyê bi Rûsyayê re li ser cihên ku dixwaze operasyonê bike, protokolek çêkiriye. Li ser vê protokolê, operasyona Tirkiyê ne bi dilê Rûsyayê ye. Rûsya dê hewl bide ku metirsiyê gefê ya Tirkiyê di demê de belav bike."
Şirovekarê siyaseta derve, pisporê têkiliyên Tirkiye-Rûsya Aydin Sezer di bultena Rûdawê de helwesta Rûsyayê ya li hember operasyona Tirkiyê ya li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê nirxand.
Sezer ku ji Enqereyê tevlî weşanê bû got, “Em dikarin bibêjin ku Rûsyayê di serdana duh a Lavrov de çiraya kesk vênexist. Lavrov li rê û rêbazên din digere ku fikarên Tirkiyê çareser bike.
Dibe ku ev yek bi artêşa Sûriyê yan jî bi bandora Rûsyayê ya li ser YPGê be lê em dikarin bêjin ku ji bo îro çiraya kesk nehatiye vêxistin.”
Operasyona Tirkiyê ne bi dilê Rûsyayê ye
Aydin Sezer her wiha anî ziman, “Tirkiye di şerê aborî yê Rûsya û welatên Rojava de û di şerê bi Ukraynayê re bêalî ye. Ji ber vê yekê ji 24ê Sibatê û vir ve têkiliyên Tirkiye-Rûsyayê dîsa geş bûn.
Ez bawer nakim ku mijara NATOyê bibe muzakereya li ser Sûriyê. Tirkiyê bi Rûsyayê re li ser cihên ku dixwaze operasyonê bike, protokolek çêkiriye.
Rûsya li ser vê protokolê operasyona Tirkiyê qebûl nake. Li ser vê protokolê, operasyona Tirkiyê ne bi dilê Rûsyayê ye. Rûsya dê hewl bide ku metirsiyê gefê ya Tirkiyê di demê de belav bike.”
Ev jî dê operasyoneke li dijî artêşa Esed jî be
Sezer diyar kir ku operasyona vê carê ya Tirkiyê dê ji operasyona di sala 2019an de hatiye kirin cudatir be û got, “Li herêmê beriya leşkerên Sûriyê hebûna leşkerî ya Rûsyayê heye. Çira kesk a Rûsyayê, beriya her tiştî tê wateya vekişîna hêzên leşkerî yên Rûsyayê ji herêmê.
Rûsya dê di vê qonaxê de çawa têkiliyên xwe bi artêşa Esed re saz bike, gelekî girîng e.
Lewma dibe ku ev operasyon ne operasyoneke li dijî pêkhateyên YPGê, belkî operasyoneke li dijî artêşa Esed û çekdarên Îranê jî be. Ji ber vê yekê, heger Rûsya çiraya kesk vêxwe, vê carê berwaird sala 2019an dê operasyoneke di bin şert û mercên pir girantir de be.”
Rûdaw