Pisporekî siyaseta Sûriyê dibêje, Amerîka dê “di demek nêzîk” de herêma aram li Rojavayê Kurdistanê pêk bîne.
Siyasetmedarê Rojava û pisporê siyaseta Sûriyê, Dr. Kawa Azîzî ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, hewlên Amerîka û hêzên hevpeyman bo pêkanîna herêma aram li Rojavayê Kurdistanê didomin. Amerîka û Rûsya û Îsraîl li ser vê mijarê li hev kirine, ji ber wê jî ew herêm dê di demek nêzîk de were ragihandin.
Dr. Kawa Azîzî her wiha gotiye, herêma aram dê ji bajarê Kobanî yê Rojavaêy Kurdistanê dest pê bike û hetanî devera Sêmalka, ku dikeve ser sînorê Başûr, bidome.
Wî pisporê siyaseta Sûriyê daye zanîn, li wê herêmê tenê hêzên lîberal û ne radîkal dê hebin û hêzên mîna YPG û HSDê cih nagirin.
Bi gotina Dr. Kawa Azîzî, piştî ku herêma aram hat ragihandin tevahiya xelkê Rojavayê Kurdistanê yên ku koçber bûne her wiha hêzên ku girêdayî ENKSê ne, dê vegerin Rojavayê Kurdistanê.
Dr. Azîzî daye xuyakirin, qesta Amerîka ji pêkanîna herêma aram ew e ku kurdan ji destê PYDê û rêxistinên din biparêze, ya din jî ew e ku Amerîka dixwaze Tirkiyê piştrast bike ku rojhilatê Firatê nabe metirsî li ser wî welatî.
Kurdîstan Haberleri
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne