Şêwirmendê leşkerî yê Serokê herêma Kurdistanê Babekir Zêbarî, ragehand heta sala 2026ê dê tevahiya hêzên Pêşmerge bibin yek.
Zêbarê ji malpera fermî ya PDKê re ragehand: ‘’ Li wezareta Pêşmerge lîsteyek ji bo kar hatiye danîn bi hevkariya Hêzên Hevpeymanî û li gor lîsteya hatî danîn ku kar bo her mehekî û bi rêkûpêkî bê birêvebirin’’.
Herwaha got: ‘’ Biryare heta sala 2026ê tevahiya hêzan bibin yek’’.