Bafil Talabanî: Em ji hewlên serok Barzanî gelek razî ne

.

 Serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî ji bo çapemeniyê ragihand ku ew ji hewlên serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî gelek razîne. Talabanî got:

“Eger em û PDK ê nêzî hev bibin, em dikarin li gelek ciyan hev temam bikin. Ev hewldan pir başe û em gelek jê razîne. Ya rast Kek Mesûd Kek Mesûd e. Xelk ji cenabê wî viya dixwest. Min hinek emeliyatên biçûk derbas kir. Piştî doktoran min emeliyat kirin, ji ber serok Barzanî pirsa min kir ez sipasiya wî dikim.

Hevdîtina îro ya di navbera PDK ê YNK ê de gelek baş bû. Em ê bi PDK ê re partiyên din ziyaret bikin. Eger em û PDK nêzî hev bibin, em dikarin hev temam bikin û karekî baş bikin. Bi taybetî eger em li Bexdayê bi hevre bixebitin, em dikarin li hemberê welatên cîran bi hevre tewrê xwe deynin.

PDK û hukumeta Mesrûr Barzanî biryarekî cesûrane dan. Ji bo xizmeta Kurdistanê karibû li herkesî guhdarî bike. Di serî de ji serokwezîr Mesrûr Barzanî û cîgirê serokwezîr Qubad Talabanî û herkesê ku keda wan di biryardayînê de heye sipasiya wan dikim.

Kurdistan Haberleri

Li Zanîngeha Kurdistanê xwendekarên Kurd û biyanî bi hev re fêrî zanist û jiyanê dibin
Pakêta nû ya guhertina cezayan: 19 hezar û 800 girtî dê sûdê wergirin
BEXDA - Heyeteke Kampa Mexmûrê 15 roj in desteserkirî ye
Li Balafirgeha Amedê firîn hat rawestandin
Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê: Biryara Îraqê li dijî destûrê ye