Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî di çarçoveya 9emîn Dîdara li Silêmaniyê de, beşdarî hevpeyvînek taybet bi K24 re bû û behsa pêwendiyên xwe yên bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re, têkiliyên di navbera YNK û PDKê de û gavên avakirina kabîneya dehemîn a Hikûmeta Kurdistanê kir.
Kurdistan24: Rewşa Dîdara Silêmaniyê çawa ye?
Bafil Talebanî: Ji her alî ve baş e. Tiştekî baş e ji bo Kurdistanê, tiştekî baş e ji bo Silêmaniyê. Hemû ev dîdar girîng in. Ez pê kêfxweş im ku ew dîdarên li Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê tên lidarxistin pir girîng in. Divê em bala xelkê bikşînin ser Kurd û Kurdistanê, ev tiştekî pir girîng e.
Kurdistan24: Te behsa serketina yaneya Dihokê kir û te kêfxweşiya xwe diyar kir?
Bafil Talebanî: Belê, ez pir pê kêfxweş bûm.
Kurdistan24: Li ser bûna Helebceyê wek parêzgeh tu çi dibêjî?
Bafil Talebanî: Tiştekî pir baş e ji bo Kurd û Kurdistanê. Em pir jê re westiyan. Eger astengî jê re bên çêkirin, wekî her carê em ê kar ji bo ku ji bo Kurdistanê bikin. Ez bawer jî nakim ku ew bi ser nekeve.
Kurdistan24: Hûn di qonaxa pêkanîna kabîneya nû de ne. We gelek rûniştin ligel PDK) pêk anîne. Xalên we yên hevbeş gelek in?
Bafil Talebanî: Em ne dûrî hev in. Gotûbêjên me baş in û berdewam in. Heta niha baş dimeşe. Me li ser prensîpên hikûmraniyê li hev kiriye. Bi raya min niha em di naveroka mijaran de ne. Lê ya ku ji bo min ji vê kêfxweştir e ew e ku min kariye çend caran ligel cenabê Serokwezîr rûnim. Ez wisa difikirim ku em hêdî hêdî ji hev têdigihîjin.
Kurdistan24: Pêwendiyên we çawa ne?
Bafil Talebanî: Welleh baş in. Hem axaftinên cidî tên kirin, hem jî sohbet û henekên xweş tên kirin. Bi raya min em hêdî hêdî ji tebîetê hev têdigihîjin. Ev jî ji bo navçeyê qezenc e.
Kurdistan24: Gelo postek heye ku bikare vê pêwendiya baş a di navbera te û Serokwezîr de têk bide?
Bafil Talebanî: Dibe ku tiştê ez dibêjim ji we re ecêb be. Piraniya danûstandinên me ne li ser postan in, belkî li ser prensîpan in. Berê rêkeftina me ya stratejîk hebû. Wê demê ku ew rêkeftin hebû, pirsgirêka postan qet tunebû, ji ber ku em ji hev têgihiştîbûn û bernameyên me pir nêzîkî hev bûn. Loma ez hez dikim tiştekî wisa dîsa çêbibe, ku prensîp ji postê girîngtir be.
Kurdistan24: Gelo dê rêkeftineke stratejîk di navbera PDK û YNKê de dîsa çêbibe?
Bafil Talebanî: Hîn zû ye ji bo vê gotinê, lê ez bi xwe hez dikim.
Kurdistan24: Biryar e hilbijartinên Iraqê bên lidarxistin. Gelo YNK û PDK dê bi yek lîsteyê beşdar bibin?
Bafil Talebanî: Ez hez dikim piraniya partiyên Kurdî bi yek lîsteyê beşdar bibin. Loma van rojan min bi henekî ji hevalekî xwe re got, pir asayî ye ku em ji aliyê siyasî ve li navxwe hev bifetisînin, lê pir girîng e ku Kurd li hember Bexdayê yekdeng bin. Vê carê jî dema ez ligel cenabê Kak Mesrûr rûnim, dibe ku ez bi vî rengî pêşniyarekê bikim. Herwiha ji bo hilbijartinan hê dem gelek maye, tişt pir diguherin. Em dikarin tiştekî bikin ku ji bo Kurd û Kurdistanê baş be.
Kurdistan24: Tu pir tekezî li ser yekdengî û yekhelwestiyê dikî. Girîngiya vê çi ye?
Bafil Talebanî: Tiştê ku herî zêde dilê min di rûniştinên min ên ligel Kak Mesrûr de xweş kir ew bû ku, dema min behsa çend metirsiyên li ser Kurdistan û herêmê bi giştî kir ku ez nîgeran kiribûm, xweşbextane berî ku ez axaftina xwe temam bikim, cenabê wî ew temam kir. Ev jî tê wê maneyê ku derbarê wan tiştên ku dibe ku rû bidin, nêrînên me herdûyan li ser wê mijarê wekî hev in. Ev yek ji bo min pir dilxweşker bû. Herwiha bi raya min, yek ji sedemên ku em dikarin tiştekî ji bo miletê me pir pir baş bikin, li Bexdayê û li Kurdistanê jî, dibe ku dema wê hatibe. Dema ku tu ligel min rûniştiye û diaxive, nîşana wê yekê ye ku rewş baş e.
Kurdistan24: Cenabê te hesteke cuda ji bo Kurdistan24 diyar dikî?
Bafil Talebanî: Ji ber ku hûn jî bi awayekî cuda serederiyê ligel min dikin. Ez spasiya we dikim. Hêviya min ew e ku navbera me her wisa bimîne.
K24