Bahçelî bo Boltonî: Tu Bolton î, Dalton î..

Serokê Partiya Bizava Neteweperest ya Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî bi tundî êrişî şêwirmendê asayişa netewî ya Amerîka John Bolton kir ku behsa parastina kurdan kiribû, û jê re got: Tu Bolton î yan Dalton î!

Devlet Bahçelî, îro di civîna firaksyona partiya xwe de li parlamentoya Tirkiyê li ser rojevê axivî.

Bahçelî behsa gotinên şêwirmendê asayişa niştimanî ya Amerîka John Bolton, ku li Tirkiyê ye, kir û ragihand, Bolton dibêje bila “şervanên kurd” bên parastin! Çi şervan, ev çi bê edebî ye! Ew ne kurd in ew terorîst in! Tu Bolton î, tu Dalton î! Wan terorîstan û birayên me yên kurd neke yek! PKK cuda ye kurd cuda ne!

John Bolton, beriya ku serdana Tirkiyê bike, gotibû, heta parastina kurdan neyê garantîkirin em ji Sûriyê dernakevin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin