Ulku BÎNGOL
Di deh salên dawîn de belkî min deh caran, belkî jî jê zêdetir min romana kurdî ya ewil, ‘’Şivanê Kurmanca’’ a Erebê Şemo xwendiye. Her ku dixwînim pêre zemanekî dixwînim, dîrokeke dixwînim, mekanekî dixwînim, welatekî dixwînim, her ku dixwînim pêra bajarekî dixwînim. Mirov dema Dostoyevskî dixwîne û pêre jî Petersbûrgê naxwîne gelo, dema Kafka dixwîne pêra jî Pragê, dema Necîp Mahfûz dixwînê pêre jî Kahîreyê, dema James Joyce dixwîne pêre jî Dûblînê, dema Yaşar Kemal dixwîne pêre jî Çûkûrovayê û mirov çaxa wêjeya frensî dixwîne pêre Parîsê, mirov dema Ehmedê Xanî dixwîne pêre jî Cizîrê naxwîne gelo? Ez jî wexta Şivanê Kurmanca dixwînim loma pêre bajarê ewîl ê romana me, bajarê Qersê dixwînim.
Zeman û mekan du stûnên bingehîn in bo wêjeyê. Ew zeman û mekanên berhemên wêjeyî, dibe stûn ji bo berhemê û ji hemû mekan û zemanên din diqete û xwe dide alîyekî din. Nivîskar berhemên xwe bi zanebûn dispêre zeman û mekanekî. Berhemên xurt, di heman demê de zeman û mekanên xurt in.
Ev zemanê ku ji bo romana “Şivanê Kurmanca” bûye rik in zemanekî gelek girîng e. Dinyayeke nû ava dibe di vî zemanî de. Şerê Dinyayê yê 1’emîn, Şoreşa Bolşevîkê, hedimandina împaratoriyan, pêşketina fikra neteweperestiyê çarenûsa neteweya kurd û hemû neteweyên din ji nû ve diyar dibe di vî zemanî de. A di vî zemanê kaotîk de, di wê qal û cengê de Erebê Şemo pêşkêşiya gotina kurmancî dike, bi hostatî, estetîk, rewşenbîrîyek mezin wî zemanî radixîne pêş çavan. Şivanê Kurmanca ji 1893 an 1894’an dest pê dike û heta sala 1924’an tiştên qewiminê gilî dike.
CIH Û WARÊN QERSÊ
Di Romanê de bi qasî zemên, mekan jî bi awayekî zelal û xweşik hatiye şayesekirin. Mekanê romanê yê sereke bajarê Qersê û derdora Qersê ye. Roman bi hatina bavê wî a ji Surmelîyê(Îdir) dest pê dike, Qers û gundên Qersê (Azatê, Komesor, Viladîqers, Novo-mixaylovskê, Kolik, Qereqela Baro, Sûsiz, Dîgor), navçeyên Qersê (Kaxizman, Sarîqamîş) û Sarîbilaxa Îdirê, Entab(Eleşgîrd), Çiyayê Sîpanê û milazgîr heta çûyîna Erebê Şemo a Ûrisetê dibe cî û mekan ji romanê re. Ev herem wê demê di bin hukmê dewleta Ûris de bû. Di sala 1917’an de çend mehan berê Şoreşa Oktoberê lehengê romanê Erebê Şemo derbasî Ûrisetê dibe û nema dikare vegere êdî. Lewra piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, di sala 1920’î de bajarê Qersê dikeve destê dewleta Osmanî.
Erebê Şemo di romana xwe de me wiha ber bi welatê Qersê ve, ber bi bajarê Qersê ve, ber bi bajarê romana kurdî ve dikşîne; “Carekê êvareke zivistanê, em tev dora tendûrê rûniştibûn, pak tê bîra min,-bavê min mera gilî dikir û wa digot: Êvar bû. Baraneke hûr dibarî. Bakî sar jî pêra dihat. Em zarava şil bibûn û serma dikir: Em hatine kêleka gundekî. Ew gund Azat bû. Merekeke tek li kêleka gund hebû. Me xwe li wê merekê girt, çûn kente merekê. Nanê me mera bol hebû. Lê merekê da tu ardû tune bû, me xwe ra agir dada, xwe pê germ bikira û kincê xwe wiha ziha bikra. Kûre-kûra zara bû digiryan…”
Û Erebê Şemo bi destê xwîner digirê li gundê der û dora bajarê Qersê wiha digerîne;
“Ew gundê ku em çûnê navê wî gundî hê berê, wexta Romê de, jê ra digotin Komesor, lê teze hatîyêd Ûrisa, melegana navê wî gundî danîbûne Alêksandrovsk….”
ZILMA MELEGANÊN DEWLETÊ
Navguhertina vî gundê ku 7 kîlometre dûrî bajarê Qersê û bicîkirina meleganên ûris polîtîkaya xerakirina sosyolojiya civakê tîne bîra mirov. Di derbarê zilma meleganên dewletî de wiha dinivîsînê: “Melegana teva hevra digotin bira û xûşkê lê ne angorî wan gilî gotinêd xwe bûn: Gelle zulm û zelûliya wan hebûn.Melegana xwe hesab dikir ‘Xwedê nas’, lê miletêd mayîn wana hesab dikir çawa ‘Xwedê ne nas’ ne temîz û xirab. Meleganêd kûlak xwe hesab dikirin çawa ‘sofî’, ‘Xwedê nas’, lê ew tev derew bû. Wana sibê heta êvarê, em badilhewa didane xebatê, eksplaotasî dikirin him em gavan, him jî kesîb-kûsîbêd gundê xwe melegan. Em rêncberê xwe ussa dikutan, danîne halê kuştinê…”
Erebê Şemo di vê romana xwe ya otobiyografîk de behsa jiyana xwe ya di nava xwezayek tu heta bibêjî xweşik, lê jiyanek jî tu heta bibêjî di nava kesîb û feqîrîyê de di bin qamçiya axa, beg û kûlakan de dike. Xwezaya xweşik wî ber bi gundan ve dikişîne, lê ew qamçiyên axa û bega wî ber bi bajaran ve dibezîne.
Loma jî dema mamosteya gundê Komesorê nameyek dide dest û wî dişîne Qersê di vegerê de, hestên zaroktiya xwe ya di derbarê gund û bajêr da wiha dinivîsîne: “Ezî vegerandinê ra şa bûm, çimku, şeher ji gund xerabtir e. Lê vira meriv nikare derkeve, aza xwe ra bigere. Ringe-ringa ereba, faytona û maşeniya serê meriv dibir. Ji wê şûnda meriv nikarbû, lingekî aza xwe ra biçûya, te dinêrî – hindik dima- pêpesî te kin, te têne nav dest-pê hespa yan bavêjne bin maşîneyê, bikujin. Lê şeherlu, qe xema wan nîn bû, wexta dibû girmînîya maşîna, dihatin, min tirê, eynî dajone ser min, ewana gele cara qe ji piş xwe va jî nedinêrîn. ……”
HER TIŞTÊ QERSÊ DIXE ROMANÊ
Erebê Şemo xwezaya Qersê tev pel û pincara wê, gîha û kulîlka wê, çem û serma wê, çiya, deşt û zozanên wê gelekî zindî şayese dike li rûpelên romana xwe. Erebê Şemo dikeve nava kurmancan û çîya û zozanên kurmancan bi biharekê dixemilîne û wisa pesnê wan çîya û zozanan dide; “Kurmanc nava çîyadanin, li wan çiya heye çêrê rind. Li wan dera diçêrin û kok dibin kerî suruyên wan. Zivistanê çîyayê wan berfeke kûr lêdikeve, lê gava ku bihar tê berf dihele, şînayî şîn dibe, wan dera cûre-cûre pincar kulîlk, ormex û tiştê mayîn lê şîn dibe.”
Xwînerê xwe li zozanan bi kurmancên koçer re digerîne; berodan, beranberdan, temezîvekirin û gelek edetê wan bi zimanekî zelal dinivîsîne û xwînerê xwe bi koçeran re dixe rê, “Bihar da Koçer mîna eskerekî, pey berfê dikevin, diçin, hey berf dihele, dewsa hine wara reş dibe, Koçer diçe lê datînin; wexta hine berf dihele, dîsa bar dikin, pey berfê dikevin diçin; wî tiherî ew diçin derdikevne, serê çîya, çîyê dûr. ….”
QERS DI 42 SALAN DE DU CARAN DEST DIGUHERÎNE
Bajarek di 42 salan da, du caran dest biguherîne, agirê şerê cîhanê li wir jî were dadan û jiyanê bide ber xwe û biçe, ma wê çawa nekeve nava Romana Erebê Şemo. Erebê Şemo vî bajarê dîrokî yê kevnar, bajarê Qersê tevî hemû netewe û sosyolojîya wê demê, tevî gund û zozanê wê, xan û kelehê wê, Kaxizman, Dîgor û Sarîqamîşa wê tîne li romana xwe dihewîne.
“Qers hatiye avakirinê ber çîyayekî mezin, serê çiyê keleke mezin ji zinara hatîye çêkirinê. Qers ketîye bin bandûra Ûrisetê pey şerê 1877-1878 salê. Çewa kum ezin salixa didin, wextê Qers hate standinê, sereskerîyê şer, Lorîs Melîkov, dikir. Çarniqalî Qersê çîyane, serê wan çîya hatne avakirin gele tabîyê ekser. Ew çend sal bûn, min şeher nedîtibû, ez ecêmay dimam ji muxluqetê wê, hatin çûyûna wê. Meriv nikaribû hêsa kûçêda biçûya ji dest faîtona, firguna, ereba û îsanet. …..”
Mirov meraq dike Qersê û wê xana penosê ya ku Erebê Şemo wiha qal dike, “Min cîyê xwe li xana penos kir. Du roja min heqê wî dayê; du roja şûnda ez bê heq têda mam, dewsa heqê xanê min tewla xanê paqiş dikir. Her-ro ez diçûm nava şehêr digerîya, her ro jî bê feyde bû, tu xebat dest nediket. Perê min idî hindik mabûn. Merikî maqûl hatibû xanê. Cara êvara dereng ez dişandime nava şeher, min îçke jêra danî. Ewî merî gote min: Here gundê melegana, Alêksandrovskê, wêderê zavoda pênzê vebûye, xwe ra têkeve ser xebatê.”
EREBÊ ŞEMO DIKEVE NAVA BOLŞEVÎKAN
Di 19 saliya xwe da Erebê Şemo li Sarîqamîşa Qersê dikeve nava firqa(baskê) Bolşevîkê û xebatê dike. Erebê Şemo pêvajoya xebatên xweyên firqa bolşevîkîyê a li Sarîqamîşê wiha dinivîsînê di romana xwe de, “Ew lozûngê ku firqa me dida, dibû mîna agirekî meriv bide bin sapekî hişk, pêva alav bide, here, usa gilîgotinê firqa bolşevîka nav esker belav dibû. Gelleka gura qumandarê xwe nedikir, daw kirin, wekî şêr kuta bikin, têne levhatinî.” (Rp :148)
Erebê Şemo ji ber xebatê vê firqa bolşevîkîyê 1’ê Gulana 1917an li Sariqamîşê di mîtîngê de derdikeve ser dikê, axaftineke ajîte dike. Ji ber vê axaftina wî rojek bi şûn de tê girtin û du mehan li kela Sariqamişê tê zîndankirin.
EREBÊ ŞEMO TÊ GIRTIN
Zîndankirina xwe ya Kela Sarîqamîşa Qersê wiha qal dike, “Ez dame nav xwe, birim, qe nehiştin- ez xeberdim, yan cîkîda bilipitim. Ez dûz anîme ber kelê. Derê kelê vekirin, ez birme heyata kelê. Lê wê derê ez rût-tazî kirim, kincê min nihêrîn- tişte cem min tunne bû, xêncî kêreke rinde serîya, bi wê kêrê carna lawikê me Kurmanca, serî kur dikirin. Min ku kincê xwe xwe kir, ez avîtme nava qamçîya, gellekî kutam, ez birim avîtme kelê. Wexte ez hatme kelê girtî pencerê ra min dinihêrî, çimku kincê min, kincê Kurmanciyê bûn: Fînokî sorî qotikkirî serê mida bû, arxalixekî oymekirî li min bû, cotê sapokê lingê min da bû…”
Piştî ji zîndanê tê berdan Erebê Şemo tê Sûsizê cem malbata xwe û li vir jî xebata bolşevîkîyê di nava kurmancan da didomîne. Lê ji ber van xebatên wî cî li wî teng dike û loma jî di meha Tîrmeha/Temmûza sala 1917’an, di 20 saliya emrê xwe de ji bajarê Qersê derdikeve diçe Ûrisetê û nema êdî dikare bê Qersê.
Erebê Şemo êdî dibe şervanekî Bolşevîkan li Ûrisetê. Wiha dinivîsîne şerên li bajaran; “Qîre qîr, zare zareke ûsa ketibû, nava şeher dê ewledê xwe davît.” (Rp:171)
Qers bajarê Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, Casimê Celîl, Qaçaxê Mirad e. Dîsa divê biçûrise stêrka Qersê di nava roman, çîrok û helbesta kurdî de… Belkî rojekê pênûsa min jî qala bajarê Qersê bike…
Çavkanî : Şivanê Kurmanca / Erebê Şemo / Çapa Yekemîn/ Gulan 2009 / Weşanên LÎS
Cavkanî: diyarname.com