Bajarên Rojavayê Kurdistanê bê elekitrîk mane

.

Balafirên Turkiyê bi dehan êrîş li Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin kontirola HSDê de, bombebaran kirin.

Di van êrîşan de, ji bilî bi dehan qurbanî, gelek navendên xeizmetguzariyê, di nav de westgehên elektrîkê, ji kar ketin.

Piştî armanckirina westgehên elekitrîkê, elekitrîka niştîmanî li ser bajarên Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontirola HSDê de hate birîn.

Seroka Hevbeş a Desteya Enerjiyê ya ”Rêveberiya Xweser” a PYDê, Emel Xizêm, da zanîn ku ji ber êrîşan, her du herêmên Kobanî û Cizîrê bê elekitrîka niştîmanî mane.

Di vê derbarê de, endamê Xwecihiya Amûdê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, Elî Begarî ji Welat TV re da zanîn ku ”xelk ji ber êrîşên Turkiyê rastî gelek ziyanan hatine, Amûdê bê elekitrîk maye û tu caran şer nakeve ximeta miletê Kurd”.

Li her du herêman tu jêderên din ji bo peydakirina elektirîka niştîmanî re tune ne, ev yek jî kirîza elekitrîkê aloztir dike.

Welat TV - Hewlêr

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir