Xelkê mafxwaz ê Banê li dijî stem û bêdadiyê û sivikatiya sîstematîk li hemberî Kurd ji aliyê rejîma Tehranê ve bû. Roja pêştir di dema şefeqeke rohn û bi berçavê rojê, hêza çekmepoş a pasdarên rejîma Îranê teqe li kolberan kirin, ew kolberên ku bar hilnegirtibûn, û bi destên betal, û bêhêvî ji birina pariyeke nan bo ser sivka (sifreya) zarokên xwe, vedigeriyane mal. Du kolber hatin kuştin û pasdarên terorîst xwîn birin ser sifreya zarokên van kolberan.
Eva yekem sivikatî û stem nebû, û mixabin ya dawiyê jî nabe, lê stemkarî ew qas rohn û zelal e, ku xwîna xelkê keland, û di kiryareke medenî û aştîxwazane de, bajar daxistin, û çûne pêşberî fermandariyê, da ku daxwaza dadperweriyê bikin.
Lê her cure kiryareke mafxwazane, ji aliyê rejîma Îranê ve, wekî gefek li ser ewlehiya wê ya lerzok tê dîtin, lewra dubare bi gulleyan bersiva xelkê da.
Heya niha bas ji kuştin û birîndarbûna nêzî 20 kesî ji xelkê Banê tê kirin, û hejmara destbiserkiriyan jî rohn û zelal nine.
Ew helwesta bajarê Bane bi hinek deskarî û bi hinek anîn û birina vir û wir de, em dikarin wekî riha zal bi ser bajarên Kurdistanê de bidin nasandin. Bi vê watayê ku rewşa civakî û siyasî û aborî û rewşa derûnî ya Kurdistaniyan bi giştî di asteke weha de ye.
Ji vir ve bi awayekî giştî em dibêjin, bajar avis e bi eşkerekirina bêzariyê di hemberî hemû kiryarên rejîmê de, û dixwaze ku vîn û îradeya xwe biselimîne. Bajar nasekine, û ketiye nava liv û tevgerê de, û ser teqînê ye, ew jî ji xwe re nine, belkû derbazbûyek ji xebata xwe û xortên xwe û bi sedan sivikatiyên stemkaran ceribandiye, û niha êdî bajar dixwaze li çarçoveya Rasanê de rabe ser xwe.
Di vir de du tişt girîng in:
Yekem, bajar radibe, û bo rabûn û serkevtinê jî, dibe rêkxerî û rênimayî bo diyarîkirina riya gihîştina bi peravê azadiyê hebe, û bajar daxwaz dike ku rêkxirawên siyasî û xebatkar rênîşander bin.
Di vê veguhastina qonaxa ber bi rabûnê de, hekî rêkxiraw di asta çavnihêriya bajar de nebin, bajar li benda wan namîne, yan wê riya xwe bibîne, û rêberên xwe berhem bîne, yan jî ew rabûn wê bê jirêderxistin. Ew yek hişdariyeke bo hemû xebatkarên rasteqîne.
Duyem, bajar bi hemû awayekî aştîxwazane daxwaz û mafên xwe aniye ber bas, û heya daxwaza kolberî û mandîbûnê jî bi gulle bersivandiye. Rejîma Komara Îslamî her cure kiryarekê di Kurdistanê de siyasî dibîne, ewlehiya lerzok ya rejîmê jî bi van kiryaran tê selimandin.
Jiber ku rejîmeke cihgirtî hemû hûrdekariyên jiyanê jî nake siyasî, lê dema ku nanê kolberiyê jî dibe siyasî, û Spaha Pasdaran ji tirsa Kurdistanê teqê li wan dike, diyar e ku ew rejîma heya çi qasî lerzok e.
Gulleyên rejîmê ku di hemû dem û kiryar û bûyerekê de, deng jê tê, û xelkê dipêke, êdî ji aliyê xelkê ve nahê tab û tehemulkirin, û rojekê bajar wê bigihîje vê biryarê ku êdî dibe dest bo çekê bibe, û di nava dilê bajar de, koşka lerzok ya Cemaranê bike armanc.
Kurdistan media