Bakurê Kurdistan û siyaseta wekaletê!

Şeyhmus Ozzengîn

Dema ku dewlet dikeve bin alozîyan, an rûbirûyî tehlukan tê; pir hêzên ku cûda cûda ne, ji bona parastina statukoyê bi yek refleksê û di yek ênîyê de tên cem hev. Ji bona yek armancê tevdigerin. Girse ya van hêzan, qadro yên van hêzan dikarin di yek rojê de refên xwe biguherin û tersên armancên xwe, role bilîzin.

Di vî warî de emê li ser PKK û Hizbullah (Huda-Par) rawestin.

Ji salên 1987 an û heta 2000an bi sedan serbaz, çekdar û kadroyên PKK hatin girtin. Bûn teraftarê Dewleta tirkan û rolên pir xerab bikaranîn. Berî ku bên girtin çekdarên PKK bûn. Lê bi radestî dewletê re dibûn çekdarên Dewleta Tirk. Dibûn hêzên paramilîter yên dewleta Tirk û tîmên kujtina qadroyên Kurd û revadina wan ava dikirin û di kujtin, revandin û işkencê de cîh digirtin. Ji 1990î heta 2000an 17 hezar Kurd hatine qetilkirin, revandin, bi benên xenzîran hatine girêdan û bi saxî avêtine bîran, goncalan û hatine veşartin. Kujerên van bûyeran hinek ji van çekdar û kadroyên ku berê PKK bûn, hinek ji wan dîrek paramilîterên dewletê bûn û hinek ji wan jî Endamên Hizbullah (Huda-Par) bûn.

Hizbullah; Hêzek paramilîter a dewleta Tirk e. Li ser esasê entegrekirina Kurdan bi riya "Îslamê" hatîye avakirin. Hêzek dewleta Tirk a wekaletî û paramilîtere. Di operasyonên wan û dosyayên wan de ev rewş eşkereye. Dewlet ji bona ku wan qatlîam û kirinên di wan salên 1990-2000an de veşêre û binax bike, ser bigire; ew operasyonên ser Hizbullah û Ergenekonê meşand. Dava vekir û ew kadro û çekdarên Hizbullah, Jîtem û Ergenekonê dadgeh kir. Helbet ev paqijkirina Hizbillah û ji bona demek ku divêtî jê re hebe, carek din amadekirina hizbullah bû.

Dewleta tirk piştî demekê yasa guhertin çêkir û ew kadroyên Hizbullah yek bi yek ji zîndanê derketin. Derbasî Rojhilata Naverast û Îran bûn. Piştî demek kurt jî bi nave Huda-Par derketin ber me.

Huda-Par; hêzek ji wan hêzên dema ku dewlet dikeve bin alozîyan, an rûbirûyî tehlukan tê, ji bona parastina statukoyê tevdigere.Ev hêz, li bakurê Kurdistan, role ku derdikeve ber wan eşkere dilîzin û di warê karesatên xwe de jî serkevtîne.

PKK bi asîmîlasyonê, bi terorîze kirina girsê û ji bona alozî û boranên nav dewleta Tirk yên şerê îktîdarê û di entegrasyona Kurdan de serkevtî ye. PKK, girse ya bakurê Kurdistan, di warekî serkevtî de ji doza Kurd û Kurdistan dûrxist û kir biyanîyê vê doze.

Huda-Par jî bi nave îslamê, vê girsê ji bona armancên wekaletê bikar tine. Tabanê van hêzan li ser esasên wekaleta karesatên dewletê yên li Kurdistan tevdigerin. Rêveberên wan çawa emir bikin wan, li gor wan tevdigerin.

Rolê van tevgeran di nav girse ya a Kurdistan de; role PKK, çepên tirkan di nav PKK de û rolê Huda-Par di yek armancê de xizmetê ji dewletê re dikin.

Bi şîroveyek zelal ev rol: li ser esasên pêşîlêgirtina geşbûna tevgerek kurdewarî, netewî; pêşîlêgirtina avakirina bingeha dewletek serbixwe û fikrê xwebirêvebirinê, geşkirina bandora asîmîlasyon û entegrekirina kurdan bi dewletê re ye. Rolê çekdarî jî ji bona serkevtina van armancan têt bikar anîn.

Di 2004an de rojnamevanê wê demê namdar û paramilîter İlknur Çevik di roportajek xwe de ji bona A. Ocalan û PKK ev derbasî qeydê dikir:

„AK Partî xurt dibe. Bi hêzên kemalîst re tevbigerin û ji nûve şer despê bikin."(!)

Ev peyvên A. Ocalan bû ku emir dida PKK ya derve ku rola xwe bilîze. Di vê demê de çepên tirkan ref bi ref derbasî nav PKK bûn, rol girtin û di vî rolî de berpirsiyarî girtin ser xwe. Çapemenîya PKK, rêveberîya partîya legal a bakurê Kurdistan û di rêxistina Ewrûpa de feal cîh girtin.

Hêzên paramilîter yên dewletê, PKK û Huda-Par; girseyek derxist holê ku, pir bi hêsanî ji bona armanca pêşilêgirtina tevgera Kurd a netewî û daxwaza dewletê bet bikaranîn derxist holê. Ev girse ya Kurd ji ramanên kurdewarî dûrxist û ji bona rola îslamîstan a herêmê, ji bona derbasbûna boranên dewleta Tirk hat bikaranîn.

Dewleta tirk; ev hêz û girse pir rehet bikar anî. Di şerê bajarên bakurê Kurdistan de bi warekî hevpar hat bikar anîn. 12-13 bajarên bakurê Kurdistan  raserî van provakasyonan hatin. Dewleta tirk wek takwîye ew hêza li Sûrîye ku bi wan re têkildar, hêza wekaletê a şer-çekdar Ehrer- ul Şam jî di van bajaran de bikar anî. Armanca vî şerê bajaran; terorîze kirina girseya Kurd, hilweşandina bingeha bajarên Kurdperwer û alozîyên navxwe yên wekaleta şerê îktîdarê a dewleta Tirk bû. Di wê demê de ev girseya ku îro bi dehhezaran derdikeve kolanan, di wê demê de ker û lal, ew hilweşandina bajarên Kurdistan temaşe dikir.

Ev bingeh; hêza xwe û emir ji hêzên dewletê yên paramilîter digire û li angora yek stratejîyê tevdigere. Hêzên wekaletê ne. Bi çi navî tevbigerin ti ferq tineye. Armanca wan; dejenerasyona tevgera kurd û kurdistanî û entegrekirina dewletê bi xwe ye.

Li bakurê Kurdistan van hêzan bi şîweyek serkevtî ev rolê xwe anîne cîh. Girseya Kurd li bakurê Kurdistan bûye bîyanîyê doza Kurd û Kurdistan. Pişta tevgera netewî şikestîye û ji ramanên niştimanperwerî dûr ketîye.

ÎRo li bakurê Kurdîstan, ev xwepêşandanên ji bona piştgirîya „Doza Filistîn" û „parastina Qudus" li Amedê lidardikevin, ew belavokên ku HDP, CHP, MHP û AK Partî bi yek stratejîyê li parmentoya tirkan tên îmzekirin û ew deklerasyonên hevpar yek ji van armancan bi xwe ne.

Di dorpêça başûrê Kurdistan de ev girse, seqet û ker-lal tevgerîya. 10 Kurd jî nehatin cem hev ku vê dorpêça ser Başûrê Kurdistan şermezar bikin. Mixabin li Amedê bi dehhezaran Kurd ji bona „rizgarkirina Filistîn" û „parastina Qudus" daketin kolanan. (!)

Ev ne nakokîye! Ev rastîyek stratejîk e û divê Kurd, rewşenbîrên kurdan, siyasetmedar û rîhsipîyên kurdan li ser vê rastîyê rawestin. Tehlûke mezine û beşê Kurdistan yê herî gewre ketîye bin bandorek pir xerab. Ew siyaseta xerab, ew bandora wêranker îro fêkîyên xwe dide. Ev rastî me xemgîn dike, lê rastîya siyaseta 30 salî a PKK ev derxist ber me.

18.12.2017